Şaredariya Artukluyê tabloya dahat û lêçûnan bi gel re parve kir

img
MÊRDÎN - Şaredariya Artukluyê ya DEM Partiyî tabloya dahat û lêçûnên 6 mehan bi avahiya şaredariyê ve daliqand. 
 
Şaredariya Artuklu ya Mêrdînê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dahat û lêçûnên 6 mehên dawî bi avahiya şaredariyê ve daliqand û bi gel re parve kir. Di tabloyê de dahatên şaredariyê yên mehên çile, sibat û adarê weke 182 milyon û 672 hezar û 551,19 TL, lêçûn jî weke 234 milyon û 897 hezar û 598,38 TL hatin destnîşankirin. 
 
Di mehên nîsan, gulan û hezîranê de ku DEM Partî hate ser peywirê jî dahatên şaredariyê weke 120 milyon û 509 hezar û 415,24 TL, lêçûn jî weke 112 milyon û 711 hezar û 431,96 TL hate diyarkirin.