Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da

img
MÊRDÎN - Welatiyê sûriyeyî yê bi navê Hassan Elalî ku li Nisêbînê de kargehekê de dixebitî, kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Welatiyê bi navê Hassan Elalî (25) yê sûriyeyî ku li gundê Kinikê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di makîneya preskirina balyeyê de dixebitî, duh dema dixebitî ji carekê ve kete erdê. Ji ewil hat texmînkirin ku krîza dil derbas dike û hevalên wî agahî dan komên tenduristiyê. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku ketiye ceyranê. Elalî ku bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Elalî, îro jiyana xwe ji dest da.  
 
Cenazeyê Elalî ji bo otopsiyê birin morgê.