Destvala ji bazaran vedigerin

WAN - Li navçeya Westan a Wanê welatiyan destnîşan kir ku ji ber krîza aborî destvala ji çarşî û bazarê vedigerin malê û gotin ku berpirsê vê jî desthilat e. 

 
Krîza aborî ya li Tirkiyeyê roj bi roj kûrtir dibe û bandora wê xwe li kolan û bazaran dide der. Her çend ji ber krîza aborî gel nikare debara xwe bike jî, ji ber polîtîkayên desthilatê bihayên li ser etîketan zêde dibin. Welatiyên li navçeya Westan a Wanê, diyar kirin ku ji bo guhertina rewşa heyî divê desthilata heyî biguhere.
 
‘HER ROJ ZEM'
 
Huriye Kaçarê diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û got ku dema diçin bazarê dest vala vedigerin malê. Kaçarê got: “Ev krîz wê heta ku derê biçe? Nizanim dê encam çi be, lê em pir perîşan in. Sala borî dîsa xirab bû, lê ne ewqas. Her tişt pir biha ye û her roj bihatir dibe. Dê heta kengî berdewam bike? Ji bo em birçî nemînin divê em biçin danûstendinêb ikin, gava em diçin em nikarin têra xwe bikirin." 
 
Şefîk Guleşê ku 25 sal in esnaftiyê dike anî ziman ku ev cara yekem e bi krîzeke wiha xerab re rû bi rû dimînin. Guleş wiha got: “Aboriya welat qediyaye. Dahatên me yên rojane diçin ji kirê, fatûre û lêçûnan re." 
 
Eyub Çoban anî ziman ku lêçûnên mala wî ji hatina wî zêdetir in û destnîşan kir ku 12 hezar TL meaş distîne û kirêya xaniyê wî jî 15 hezar TL ye. Çoban bi lêv kir ku sedema krîza li welêt 'diziya' ku desthilat û alîgirên wê dikin bi xwe te û got ku 20 sal in krîz çêdibin û got ku divê desthilat biguhere. 
 
Vahide Barçinê jî diyar kir ku bi 100 TL'yî çûye danîstendinê û wiha got: “Her tişt pir biha ye. Berê me gelek dikirî, niha em têra şîvekê tenê dikarin bikirin. Ez nikarim tiştekî bistînim. Min bi 100 TL'yî tenê kîloyek îsot kirî."
 
Dilaver Barçin bal kişand ser bihabûna li pey hev û diyar kir ku hem kesên teqawîd û hem jî karker birçî ne.