Li Somayê karkerên Fernasê hatin binçavkirin

img
MANÎSA - 4 karkerên li Somayê li ber deriyê Madenvaniya Fernasê li ber xwe didin û Serokê Maden-Îş’ê ya Serbixwe Gokay Çakir hatin binçavkirin. 
 
Berxwedana 7 karkerên ku dema li Şîrketa bi navê Fernas Madencîlîk a aydê parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye û li navçeya Soma ya Manîsayê ye dixebitîn, ji bo bûn endamê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) ji kar hatin avêtin di roja 24’an de berdewam dike. Cendermeyên ku di dema çalakiya rûniştinê ya karkerên li ber madenê de, ketin qadê çar karker û Serokê Maden-Îş’ê ya Serbixwe Gokay Çakir hatin binçavkirin. 
 
Hate zanîn ku her 5 kesên hatine binçavkirin birine qereqola cendermeyan.