Karker xwe ji bo boykotkirina hilberînên Polonezê amade dikin

img
STENBOL - Kemal Kose yê endamê Sendîkaya Tekgida-Îşê diyar kir ku ji ber endamtiya sendîkayê Fabrîqeya Polenez Gidayê 146 hevalên wan ji kar derxistiye û got ku ji bo boykotkirina hilberînên fabrîqeyê dê li 81 bajaran banga hevpar bikin. 
 
Li navçeya Çatalca ya Stenbolê karkerên li Fabrîqaya Polonez Gidayê ya sermaya wê Urdunî ye dixebitîn, ji ber şert û mercên nebaş ên kar û meaşê kêm were rastkirin, xwe di bin banê Sendîkaya Tekgida-Îşê de bi rêxistin kirin û bûn endamên sendîkayê. Fabrîqeyê bi boneya endamtiya sendîkayê karkeran ji kar derxist. Karker 63 roj ji bo vegerin karên xwe li ber xwe didin. 13 karker ewilî di meha tîrmehê de hatin derxistin. Karkerên ku piştevanî dan hevalên xwe jî bi giştî 146 karker ji kar hatin derxistin. Karkeran di 20’ê tîrmehê de li ber Fabrîqeya Polonezê dest bi çalakiyê kirin. Karkerê bi Kod-46 bi awayek bêtezmînat ji kar hatin derxistin. Di roja 60’an a çalakiyê de karker bi sedema çalakiya xwe hatin binçavkirin û ber fabrîqeyê bi bariyerên polîsan hat girtin. Karkeran di 17’ê îlonê de çalakiya xwe veguhestin ber Qeymeqamiya Çatalcayê. 
 
Ji karkerên di çalakiyê de Onûr Bayer behsa pêvajoya destpêkirina çalakiyê kir û wan li dijî şert û mercên xerab ên kar gelek caran îtîraz kiribûn lê fîrmayê van îtîrazên wan li ber çavan negirtiye. Bayer anî ziman ku ji ber xemsariya fabrîqeyê bûne endamên Sendîkaya Tekgida-Îşê û ji ber ew bûn endamên sendîkayê vê carê ji kar hatin derxistin. 
 
Bayer diyar kir ku vê carê ji ber ew çalakiya mafê xwe yê kar li dar dixin di hedefa polîsan de ne û polîs jî zextan li wan dikin û karkeran dikin binçavan. 
 
'TENDURISTIYA GEL XERA DIKIN’ 
 
Bedriye Onal dibêje ku ew 18 salan li fabrîqeyê wek hosteyê hilberandinê xebitî ye û tevî vê yekê jî ji kar hatiye derxistin û got ku ji ber ew bûye endamê sendîkayê bi awayek bêtezmînat ji kar hatiye derxistin. Onal da zanîn ku ew niha debara xwe bi meaşê teqewidbûna hevjînê xwe dikin û tevî ewqas ked dane vê fabrîqeyê jî lê dîsa kar hatine derxistin û rayedarên fabrîqeyê heta niha ji bo biaxivin tiştek nekiriye. Onal anî ziman ku di şûna wan de karkerên taşeronê yên ji kar fam nakin girtine kar û got: “Fabrîqe bi vî awayî bi tenduristiya gel xera dike. Hewce bike em ê bi şev û roj li ber fabrîqeyê rakevin, heta ku em karê xwe paşde digirin.” 
 
‘EM JI BO RÛMETA XWE TÊDIKOŞIN’ 
 
Nûh Kaya ku 8 sal in di beşa hilberînên goşt û şîr ên fabrîqeyê de dixebitî jî da zanîn ku çalakî û têkoşîna wan a rûmetê ye û got: “Em wek karkerên Polonezê ji hemû Tirkiyeyê re ragihand ku serî rakirina li dijî neheqiyê, şeref û rûmet bi pereyan nayê stendin.” 
 
TÊKOŞÎNA BERDEWAM E 
 
Sekreterê Rêxistinkirina Giştî yê Sendîkaya Tekgida-Îşê Kemal Kose diyar kir ku mafê sendîkabûnê mafek qanûnî ye û wiha got: “Em ji ber vê yekê derxistina ji kar a karkeran qebûl nakin. Hevalên me sûc nekirine. Hûn nikarin ji ber endamtiya qanûnî ya sendîkayê karkeran ji kar derxin. Ew dibêjin qey wê hevalên me dest ji kar û mafên xwe berdin. Lê em ê dest ji kar û têkoşîna xwe bernedin.” 
 
'DIVÊ DEST JI ZILMÊ BERDIN’ 
 
Kose bal kişand ser êrişa polîsan a li dijî karkeran ku di 16’ê îlonê de pêk anîbû û got: “Emniyetê ji bo me baweriya xwe winda kiriye. Derûdora fabrîqeyê bi bariyerên polîsan hatiye girtin. Em dixwazin ku polîs demildest dest ji vê zilmê berdin.” 
 
BANGA BOYKOTÊ 
 
Kose destnîşan kir ku ew ê dest ji çalakiyên xwe bernedin û wiha got: “We ji ber fabrîqeyê me rakir, vê carê em li ber qeymeqamiyê ne. Hûn me me ji vir jî rakin, em ê vê carê biçin ber walîtiyê. Ji bo nanê xwe em ê herin her cihî. Em ê di rojên pêşiya me de li 81 bajarên Tirkiyeyê banga boykotkirina hilberînên Polonezê bikin.” 
 
MA / Îbrahîm Irmak