Li bazaran dema deynkirinê

img

WAN - Li pazara taxê ya li Rêya Armûşê hatiye avakirin, esnaf êdî ji neçarî bi deyn didin. Esnafên bazarê bertek nîşanî pêkanînên li ser sînor û welatiyan jî bertek nîşanî polîtîkayên şer dan.

Li bazara taxê ya ku li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hatiye çêkirin, welatî ji ber fiyetên biha bi gilî û gazinc in. Ji ber bihabûna zebze û fêkiyan welatî nikarin tiştekî bikirin û esnaf jî nikarin bifiroşin. Hêjayî balkişandinê ye ku hin esnaf li bazarê ku bihayê zebze û fêkiyan di navbera 70 û 100 TL'yan de tê firotin, êdî bi deyn difiroşin. Esnafên bazarê yên ku me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku welatiyên ku bi deyn dikirin jî bi zorê deynê xwe didin. Hin welatiyên ku diçin bazar jî diyar kirin ku nikarin fêkî û zebzeyên xerabe jî bikirin. 
 
DEMA KIRÎNA BI DEYNAN
 
Esnafên cil û bergan ku bi deyn cil û bergan difiroşe, diyar kirin ku deftera deynan giran bûye. Esnafan got: "Aborî roj bi roj têk diçe. Mirov êdî nikarin goreyekê jî bikirin. Mirov êdî bi deyn dikirin. Em jî hatine wê astê ku cil û bergan bi deyn bikirin. Êdî kes nikare tiştekî jî bikire. Em bi deyn didin. Kengî têkeve destê kirîgeran wê gavê didin." 
 
Esnafê bazarê Halîl Tanbahçecî diyar kir ku zêdebûna bihayan bandoreke neyînî li wan kiriye. Tanbahçeçî bal kişand ku rojane bihayê beran zêde dibe û wiha got: "Dema em sibê careke din herin berekê bikirin, em ancax dikarin bi fereqeke ji sedî 50 an jî ji sedî 60 bikirin. Ji ber vê yekê em zehmetiyên mezin dikişînin. Divê çareyek bê peydakirin. Ji bo vê yekê demildest divê komîsyonek bê avakirin û çavdêrî bê kirin. Em bajarekî li sînor in, lê em sûdê jê nagirin. Em nikarin eşya ji Îranê bînin. Gava em tînin ji sedî 30 ferq dike. Têketina deriyê Îranê bi 550 TL'yî ye, yê Iraqê bi 800 TL'yî ye." 
 
Tanbahçecî diyar kir ku ew 15 sal in li bazarê ye û ev 2 sal in demên herî xirab in û wiha got: "Em di temînkirina kelûpelan de zehmetiyan dikişînin. Şîrketên mezin dibêjin 'biha ev e, dixwazî bikirin, dixwazî nekirin.' Yekane çareya vê krîzê bi teftîşê dibe. Îro şûşeyekê bi 100 lîreyî dikirin, sibê gava em bi 120 TL'yî bikirin, ev pirsgirêkeke mezin e. Heya bardaxek tê cem me, bihayê wê dibe 145-150 TL'yî Em jî ji mecbûrî bi 180 TL'yî difiroşin. Lê têketina bardaxekê ya deriyê Îranê 100 TL ye." 
 
BERTEK NÎŞANÎ POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ DA
 
Suleyman Kaplanê ku deterjanan difiroşe polîtîkayên aborî yên desthilatê rexne kir. Kaplan got: "Ev krîz ji ber xesar û xemsariya kesên ku welat bi rê ve dibin, heye. Eger mirov diziyê neke, ji bo her kesî welatekî dewlemend e. Yên welat bi rê ve dibin nikarin baş bi rê ve bibin. Ne bi edalet û hiqûqê ye, sedema sereke ya ku îro nahêle xizan debara xwe bikin, nebirêvebirina dewletê ye. Îro hûn dikarin 3-4 kîlo zebzeyan bi 500 TL'yî bikirin. 500 TL qezenca te ya rojekê ye. Lê tunikarî bi zebze bidî. Mesela em nikarin goşt bikirin. Divê ev pergal biguhere. Mirov tên bazarê nikarin berhemeke bi 35 TL'yî bikirin. Ji lew re quweta wan têrê nake." 
 
Halîme Batûrê jî anî ziman ku ew tenê dikare nîv kîlo lîmon û marolekê bikire. Halîme Batur got: "Her tişt pir biha ye, pereyê me tune ye em bikirin. Ez bi 150 TL'yî hatim bazarê û min bi giştî an 2 kîlo zebze kirî yan jî nekirî. Em hatine asteke ku em nikarin debara xwe bikin." 
 
'HEYA ŞER NESEKINE ÇARESERÎ NE PÊKAN E'
 
Mûsa Aslan bilêv kir ku sedema sereke ya krîza aborî polîtîkayên şer e û got ku heta şer û zilm berdewam bike dê krîz bidome. 
 
Aslan got: "Heta ku pirsgirêk li Meclîsê neyên nîqaşkirin, aborî wê girantir bibe. Yekane banga me ev e; gotinên ku bi rojan e li ser aştiyê tên bikaranîn, bi cih bînin. Ji van pirsgirêkan ya herî girîng pirsgirêka kurd e. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, dê pirsgirêk mezin bibin û aborî hilweşe, çareseriya hemû pirsgirêkan bi çareseriya pirsgirêka kurd pêkan e."
 
MA / Rûken Polat