Di lêgerîna petrolê ya li Gabarê de karkerek bi giranî birîndar bû

img
ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê talana petrolê berdewam e. Di dema lêgerîna petrolê de xebatkarê TPAO'yê Huseyîn Varol ji çiyê de ket û bi giranî birîndar bû.
 
Li Çiyayê Gabarê yê Şirnexê talankirina xweza û petrolê berdawam e. Di dema xebatên lêgerînê yên Şîrketa Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) de karkerê bi navê Huseyîn Varol ji çiya kete xwarê û bi giranî birîndar bû. Komên AFAD'ê, agirkujî tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. 
 
Varol ê ku birîna wî giran e li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê tedawîkirin.