Navê karkerên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn

img

ŞIRNEX – Navê karkerên ku li Şirnexê di bin hezanê de man û jiyana xwe ji dest dan diyar bûn.

Navê karkerên ku di Ocaxa Komirê ya Jimare 1 ku bi qasî 5 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e, jiyana xwe ji dest dan diyar bû.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hatin wergirtin, navê 6 karkerên ji bin hezanê hatine derxistin û jiyana xwe ji dest dane ev in: Mehmet İzer, Sevkan Ustun, Yilmaz Magrur, Mesut Magrur, Vedat Ozden û Ramazan Ugur.

Her wiha hat zanîn ku karkerê bi birîndarî ji bin hezanê hat derxistin û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin jî Ugur Kabak e. Hat zanîn ku navê karkerê ku di bin hezanê de ye û li benda rizgarkirinê ye Abdullah Kayaş e.