Sobevanên Wanê: Roj bi roj em îflas dikin

img

WAN – Li Wanê bi destpêka sermayê re li Sûka Sobevanan, sobeyan li ber dikanan û dezgehên dikanan cihê xwe girt. Esnafên Sûkê diyar kir ku bihabûna dolaran li ser karê wan bandorek neyînî dike û ew roj bi roj ber bi îflasê ve diçin. 

Li Wanê bi hatina sermayê re esnafên sobeyan difiroşin li Sûka Sobevanan deriyê xwe ji welatiyan re vekirin. Salên berê ev Sûk gelek qelebalix derbas dibû lê îsal demek bêdeng derbas dibe. Hosteyên sobeyan serê sibê zû sobeyên xwe li ber dikanên xwe rêz dikin û tevahiya rojê li benda mişteriyan in. Gel eleqe nîşanî sobeyan nade û ji ber vê yekê esnaf jî ji bo kar nakin gazinkerin. Esnafan diyar kir ku ji ber ber sacên sobeyan bi dolaran distînin û dolar bihûbûne li ber topavêtinê ne. 
 
'PAR SOBE BI 30 TL’YÎ BÛ ÎSAL BI 60 TL’YÎ YE’ 
 
Ferdî Akçam (29) ê 12 sale sobevaniyê dike got ku her roj karê wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Akçam da zanîn ku firotina sobeyan li gorî salên bihûrî nebaşe û ji ber gaza xwezayî û bihabûna dolaran bandorek neyînî li ser wan tê kirin. Akçam anî ziman ku amûrên sobeyan li gorî salên bihûrî gelek bihane û got: “Par sobeyek bi 30 TL’yî bû lê îsal sobeyek bi 60 TL’yî ye. Tiştê diqewime li ber çava ye.” 
 
GOTINA ‘QIRÎZ TUNE YE’ NE RAST DIBÎNE
 
Akçam gotinên desthilatdariyê ya “qirîza aborî tune ye” ne rast dît û wiha dewam kir: “Qirîz bi her awayî xwe dide hîskirin. Niha qirîza aborî heye. Hem bi gel re pere tune ye û hem jî amûr bihane. Her sal min 5-6 ton sac dikerî lê îsal min tonek jî ne kiriye. Ez çend caran li fabrîqeyê geriyam lê sac neda me. Ji ber ku dê zam bê fîrma firotinê rawestandine. Çunkî ew hêj li benda bihabûna dolaran e.” 
 
'JI ESNAFÊN BIÇÛK DAN Û SITENDINÊ BIKIN’ 
 
Akçam destnîşan kir ku bi hatina mehên zivistanê re daxwaza ji bo sobeyan zêde ye lê ji ber amûr tune ne hilberîna sobeyan jî kêm bûye û di temenê wî ya pîşeyî ya 12 salan de salên herî nebaş ev du sal e dijî. Akçam diyar kir ku fiyeta sobeyan di navbera 50-205 TL’yî de diguhere û ev bang kir: “Ji bo esnafên biçûk nemirin û ji bo esnaf dikanên xwe negirin bila ji esnafên biçûk dan û sitendin bê kirin.” 
 
'EM ROJ BI ROJ ÎFLAS DIKIN’ 
 
Hosteyê sobeyan Yusuf Erors jî diyar kir ku karê wan nebaş diçe û got: “Em wek esnafan êdî bi pirsgirêkên biçûk re nikarin têkoşînê bikin. Esnafên mezin karek baş dikin. Lê em nikarin kar bikin. Qirîza aborî li ser me bandorek neyînî dike. Em roj bi roj îflas dikin.”