Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê

img
ENQERE – Cîgira Hevseroka HDP’ê Gunay Kûbîlay ji ber rewşa aborî ya li Tirkiyeyê hişyariya stagflasyonê kir û ev tişt anîn ziman: “Mayîndekirina Rewşa Awarte, tercîhkirina siyaseta şer û pevçûnê, zêdekirina xerckirinên ewlehiyê, bi awayekî lez û bez bû sedema bilindbûna enflasyonê.”
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya Polîtîkayên Civakî, Aborî û Kedê ya HDP’ê  Gunay Kûbîlay daneyên enflasyonê yên meha tîrmehê nirxand û diyar kir rewşa heyî stagflasyonê nîşan dide. Kûbîlay da zanîn ku bi pregala ‘yek kesî’ û AKP’ê aborî ber bi têkoçûnê ve çûye û wiha got: “Saziya Statîstîk a Tirkiyeyê(TÜİK) daneyên meha tîrmehê îro aşkera kiriye. Li gorî vê yekê di sala dawiyê de enflasyon bi seriya 10’an ketiye, gihîştiye xaneyên cot û di meha tîrmehê de jî li dûrî bendewariyan bilind bûye.”
 
HEDEFA SERERASTKIRINÊ NEGIRTIYE
 
Kûbîlay ji ber rewşa heyî ya aborî bang li Serokê Bankaya Navendî ya Tirkiyeyê Murat Çetinkaya kir û jê xwest ku îstifa bike û got ku hem AKP û hem jî Bankaya Navendî raya giştî dixapîninş. Kûbîlay destnîşan kir ku aşkerakirina hedefa sererastkirinê ya ji sedî 60 a Serokê Bankaya Navendî negirtiye û ragihand ku ev yek ji ber pêşnedîtin, bêvîzyon û bêplansaziya Serokê Bankaya Navendî pêk hatiye.
 
DANEYÊN HERÎ JOR
 
Kûbîlay bi bîr xist ku daneyên enflasyonê derketine radeya herî jor a 14 salên dawî û ev tişt gotin: “Mayîndekirina Rewşa Awarte, tercîhkirina siyaseta şer û pevçûnê, zêdekirina xerckirinên ewlehiyê, bi awayekî lez û bez bû sedema bilindbûna enflasyonê.” Kûbîlay bal kişand ser zemên motorîn, gaza sirûştê, nan û ceyranê û bi bîr xist ku Dolar û Euro rekorên dîrokî şikandine. Kûbîlay herî dawî got ku pergala ‘yek kesî’ bûye sedema zemên komî û îhtîmala stagflasyonê.