Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin

img
MÊRSÎN – Masîvanên Mêrsînê, diyar kirin ku masiyên ku ew bi kedek mezin neçîr dikin, pere nake, lê bazirganên ku masiyan ji wan distînin bi pereyekî mezin difiroşin. Masîvan Ali Yeşilova, diyar kir ku di nava şert û mercên giran de masî tên komkirin û wiha got: "Em cefayê dibînin lê bazirgan sefaya masiyan dibînin. 
 
Bi nêzîkbûna demsala neçîra masiyan re masîvanên Mêrsînê zend û bendên xwe badan. Masîvanên ku amadekariya neçirê dikin û torên masiyan amade dikin, ji ber erzaniya masiyên bi gazinc in. Masîvanan anîn ziman ku ji ber masî erzan tên firotin heqê keda xwe nastînin. Masivanan destnîşan kirin ku d nava zor û zahmetiyên mezin de neçîra masiyan dikin, lê masî bi erzani tên firotin. 
 
Masîvan Tugay Tekbulut, diyar kirin, îsal masîvanan di serdema hêkan de masî neçîr kirin û ji ber vê yekê gelek cureyên masiyan kêm bûne. Tekbulut, anî ziman ku ji ber masîvanan bi awayekî qedexe neçîra masiyan kir îsal hêjmara masiyan jî kêm e. Ez derketim neçîrê min tenê 4 kîlo masî neçîr kirin. Em 4 kes di qeyikê de dixebitin. Serê kes 1 kiloyek derket. Heqê masot, heqê qeyik û heqê keda me dernayê. 18 salin masîvaniyê dikim, lê êdî em qezenç nakin. Êdî masî pere nakin. Karker heqê keda xwe dernaxin. Yên di masiyan de qezenç dikin tenê bazirgan in. Masîvan cefayê dikişînin. Bazirgan jî sefaya vê yekê dibînin. Em bazirganan zengîntir dikin. Em nikarin heqê nanê xwe derxin. 
 
Masîvan Alî Yeşilova jî anî ziman ku anî ziman ku her salê 4 -5 hezar qaze masî kom dikin, îsal hezar qase masî jî kom nekirine. Yeşîlova anî ziman ku ew masîvan cefaya masiyan dikişînin û kesên bazirganiya masiyan dikin jî li cihê xwe rûniştine û pereyan qezenç dikin û sefayê dibînin.