Aborîzan Kozanoglû: Di payîzê de krîz li ber derî ye

img

STENBOL – Prof. Dr. Hayrî Kozanoglû, destnîşan kir ku ji rewşa aboriyê diyar e ku dê di payîzê de krîza aborî rû bide. Kozanoglû, bilêv kir ku dê ev yek tesîrê tenê li welatiyan neke, dê bernameya kemergirdanê jî bê sepandin. 

Piştî krîza bi DYA'yê re rû de êdî hefsarê dolar tam ji dest derket û her diçe reqor li ser reqorê dişkîne. Rewşa nediyar a di polîtîkaya derve û hundurîn de, ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê û nediyariyên ji ber rîksên herêmî li ser hevdu TL bêqîmet dike. Her çend Bankeya Navendî bi awayekî qismî mudaxileyî dowîzan bike jî, lê bêfêde ye. Pirsporê budçeyê Prof. Dr. hayrî Kozanoglû, rewşa aboriyê nirxand. 
 
‘ÎŞARET BI DÎMENEKE XETERNAL DIKE' 
 
Kozanoglû destnîşan kir ku ji xwe nîşaneyên makroekonomîk ên Tirkiyeyê hemû xirabe ne, kêmasiya cariyê pir zêde ye û li gorî hejmarên ku hatine diyarkirin deynê derve gihaştiye 166 milyar dolarî. Kozanoglû, anî ziman ku hesabên tewdîatên dowîzî di ser 200 milyar dolarî re ne û got: "Jixwe ev hêla nerm a Tirkiyeyê bûn. Her diçû nikaribû kêmasiya cariyê fînanse bike. Ji ber ku hem li cîhanê sermaye rawestiya hem jî li Tirkiyeyê bîrbiriya rîskê zêde bû, di rewşeke pir krîtîk de bû. Bi ser de rageşiya bi Amerîkayê re jî lê zêde bû. Biranî deynê bankeyên DYA'yê li Tirkiyeyê ne. Diviya ku Tirkiye bi profîlekî wisa bilind pê re neketa nav gengeşiyê. Ji ber ku wisa bû êdî ne dowzî ne jî fazî hat kontrolkirin. TL li hemberî hemû dowîzan bêqîmet dibe û fazîên kaxezên deynan jî derket ser ji sedî 22'yan. Ev îşarte bi dîmeneke pir xeternak dike." ” 
 
 
Kozanoglû, destnîşan kir ku di alvêra di navbera welatan de eger dolar ji navberê bê derxistin dê baş be û got: "Tkiliyên me yên bi Çîn, Rûsya û Îranê re tevlîhev in. Em ji Rûsya û Îranê petrola xam û gaza xwezayî dikirin. Em ji Çînê jî gelek tiştan îthal dikin. Lê berên kum edifiroşin wan jî kêm in. Dê ev yek jî pirsgirêkên Tirkiyeyê ji ho raneke. Ji xwe di tiştên heta niha hatine kirin de jî di piyaseya petrol û navnetewî de berên hatine kiîn û firotin ne bi dolar bûne. Yanî kirina tiştên wis ane xelet e, lê dê ji bo aboriya Tirkiyeyê nikaribin bibin bêhn." 
 
DI PAYÎZÊ DE KRÎZ LI BER DERÎ YE 
 
Kozanoglû, destnîşan kir ku ji niha û pê ve jî krîza dowîzê ya Tirkiyeyê heye û got: "Tişta herî nerm ew e ku xwediyên mewdûatan pereyên xwe ji bankeyan bikişînin. Eger tiştekî wisa çênebe, dê krîz hinekî din jî bê taloqkirin. Lê eger rewşeke wisa çêbibe dê pêvajo lezgîntir bibe û dê aboriya Tirkiyeyê bi awayekî zêde westadr bibe û heta dê di payîzê de krîz rû bide." 
 
MA / Yasin Kobulan