Di kelegerma havînê de keda wan tê xwarin

img

EDENE - Li Çukurovayê, karkerên çandiniyê dibin kelegerma havîna pileya 40 de, ji bo 50 TL’an neçarin 12 saetan kar bikin. Karkaran, diyar kirin ku ew beramberî keda xwe nagirin û ji vê yekê bi gazincin.  

Li Çukurova, karkerên çandiniyê, ji bo 50 TL’an neçarin dibin kelegerma havînê ya pileya 40 de, 12 saetan bixebitin. Karker ji bo ji rojê bi bandor nebin, cilên mil dirêj li xwe dikin û şewqeyên li dûra wan kefiyan dipêçin, didin serê xwe. Karkerên dibin van şert û mercên zor de dixebitin, dem bi dem ji ser hişên xwe diçin. Karker tenê di saetên firavînê de behna xwe bidin û li hemberî vê ked û xwêdana mezin rojê tenê 50 TL’an qezenc dikin. Karkeran diyar kir ku ew beramberî keda xwe nagirin û ji vê yekê bi gazincin.  
 
HEMÛ JIYANA WÎ DI ZEVIYAN DE DERBAS BÛ
 
Karkerê 64 salî Ahmet Guler ê di zeviyek pembû yê navçeya Ceyhan Edeneyê de kar dike, diyar kir ku ji zaroktiya xwe ve di zeviyan de xebite û hemû jiyana wî di zeviyan de derbas bû. Guler, anî ziman ku ger zor jî be, ew neçarin bixebitin û wha axivî: “Zivîstanê em di herî û baranê de, havînê jî em bin kelegerma havînê de dixebitin. Em ji vê yekê pir bi bandor dibin. Pir zore. Lê em qet beramberî keda xwe nagirin. Êdî debar giran bûye.”   
 
‘JI GERMAN EM NIKARIN ÇAVÊN XWE VEKIN’
 
Dayîka du zarokna Sabîha Koç a 45 salî jî, da zanîn ku dewletê berî 20 salan mala wan hilweşand û bi malbata xwe re li Ceyhanê bi cih bûn. Koç, destnîşan kir ku li welatê xwe mîna koçberan dijîn û wiha  axivî: “Ji roja em hatine Ceyhanê û  heya niha em di zeviyan de dixebitin. Bawer bikin pereyên em qezenc dikin, encex têra bazara malê û lêçûnên zarokan dikin. 12 saetan em di zeviyan de dixebitin. Tu ewlekariya civakî ya malbata min tuneye. Em pir zoriyan dijîn, lê em beramberî keda destên xwe nagirin. Ji german re em mehf dibin. Dibin rojê de me nikarin çavên xwe vekin. Li malê  jî, ji ber germê em nikarin razin. Nexweşiya min a astimê heye. Gava kar dikim, ji xwêdanê şil û pil dibim. Ev li ser tenduristiya min dixwe xeteriyê. Di xebata min a 20 salan de, tenê ez bûm xwedî malekê. Ji derveyî vê tiştek neket destê min.” 
 
‘EZ NEÇARIM BIXEBITIM’
 
Zarokê 16 salî Îbrahîm Şen jî, di betlana dibistanê de, ji bo piştgiriya aborî bide malbat xwe û lêçûnên xwe yên dibistanê derbixe, mîna her salê, îsal jî bi xwişka xwe re hatiye, di zeviyan de dixebite. Şen, da zanîn ku dibin kelegerma havînê de kar kirin zore û wiha bilêv kir: “Her çiqasê dayîk û bavê min bêjin ‘neçe’ jî, lê ez dizanim divê bixebitim, ji ber ku aboriya malbata me nebaşe.”
 
MA/ Ergîn Çaglar