Aborîzan Gungen: Çareserî komîna aboriye

img
ENQERE - Aborîzan Alî Riza Gungen, diyar kir ku hikûmet hewl dide fatureya krîza aborî bi hin cihên cuda bide birîn û got: “Lê ev hesap dê li wan vegere. Êdî modela sermaya neolîberal û hovane dema xwe dije kirine. Ji bo çareseriyê jî aboriya komîn girînge.”
 
Aborîzan Alî Riza Gungen ê bi KHK’ê ji Fakulteya Zanist Îdarî û Îktîsadî ya Zanîngeha Ondokuz Mayîsê hat îxraçkirin, diyar kir ku li hemberî krîza aborî ya niha tê jiyîn, hikûmeta AKP’ê xetimeye. Gungen, da zanîn ku desthilatdar hewl dide fatureya tengavbûna aboriyê bi hin cihên cuda bide birîn û wiha axivî: “Desthilatdarî bi îlankirina seferberiya siyasî û di hûndir de mûxalîf weke dijmin nîşandan, difikire ku dê krîzê pir bi rehet bi rêve bibe. Ji ber vê krîza aborî weke pirsgirêka navneteweyî nîşan de û hewl dide xwe paqij nîşan bide.” 
 
ÇARESERÎ ABORIYA KOMÎNE 
 
Gungen, pêşniyarên xwe yên  ji bo derbaskirina krîza aborî ya heyî parve kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman behsa aboriya komînê kirin, aboriya alternafît kirin û hevparbûna aboriyê kirin heta bêje girînge. Ji bo çareseriya krîza aborî ya herî girînge komîna aboriyê ye. Ji bo vê divê tim tevgerî hebe. Divê hêzên mûxalîf li ser vê tim nîqaş bikin û alternatîfan ava bikin.”
 
MA / Selman Guzelyuz