‘Bi lez mûçê xizmetkarên tenduristiyê bidin wan'

img
STENBOL - Rêveberiya ÎTO û SES'ê yên Stenbolê bal kişandin ser pirsgirêka xizmetkarên tenduristiyê yên fakulte û nexweşxaneyan û diyar kirin ku 3 mehin mûçeyên wan nedane wan. Nûneran xwest bi lez mûçeyên kedkaran bidin wan. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Aksarayê û Odeya Tabîban a Stenbolê, ji bo rewşa kedkarên tenduristiyê yên li Fakulteya Tipê ya Stenbolê û Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa kar dikin li pêş Fakulteya Tipê ya Çapa ya Zaningeha Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmetkarên tenduristiyê pankarta "Em li nexweşxaneyên xwe xwedî derdikevin, em mafên xwe dixwazin" vekirin. Nûnerên sendîka û odeyê di çalakiyê de dirûşmeyên "Em dixwazin wekî mirovan bijîn", "Tasarufa di tenduristiyê de mirin e" û "Zaningeh yên gel in, nayên tunekirin" berz kirin. Di çalakiyê de Seroka Odeya Tabiban a Stenbolê (İTO) Dr. Pinar Saip, Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci û gelek xizmetkarên tenduristiyê amade bûn. 
 
Serokê Şaxa SES'ê yê Aksarayê Aydın Erol, diyar kir ku nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflasê û ji ber nikarin deynên xwe bidin, nikarin tev li îhaleyên fîrmayan bibin. Erol, anî ziman ku hevalên wan ên Hemşire nikarin muçê xwe bigirin û ji ber ve yekê neçarin serî li nexweşxaneyên din bidin." 
 
Seroka ÎTO Pinar Saip jî anî ziman ku di tenduristiyê re rola hekîman çiqas mezin be rola xizmetkarên tenduristiyê jî wisa mezin e û wiha got: "Mixabin ji sala 2011'an heta niha piştî zagona veguhestina tenduristiyê pêş ket pirsgirêk zêde bûn. Em dixwazin ji butçeya giştî piştgirî bê dayîn. Em dixwazin hîndekar, xizmetkar û îdarevan tev li hev kom bibin û pirsgirêkê çareser bikin. Nexwe dê gelê me û nexweşxane winda bikin. 
 
Piştre Revebera Şaxa SES'ê ya Aksarayê Aynur Gurcan daxuyanî da û daxwazên xwe rêz kir.  Gurcan xwest demek berî demekê mûçeyên hevalên wan ên 3 mehan bên dayîn û mexdûriyetê ji holê rakin."