'Me deng da wan, lê niha em muhtacî nanê tisî bûne'

img
STENBOL - Her ku zem zêde dibin bertekên welatiyan jî zêde dibin. Şêniyên Fatîhê bilêv kirin ku êdî ew bûne muhtacê nanê tisî û gotin: "Gotin dê Tirkiye baştir bibe. Me jî fêm kir û ji ber dengê xwe da. Lê her tişt xirabtir bû. Ji ber min deng daye polî poşman im." 
 
Her ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî zem çêdibin, bertekên welatiyan jî zêde dibin. Li Fatîha Stenbolê welatiyên diçin bazarê ji ber bihabûna fiyetan destvala vedigerin. Her wiha esnaf, karker û ajovan jî ji ber kar tune ye nizanin dê çi bikin. 
 
'HEY BÊWIJDAN!'
 
Yûnûs Çetînê ku li Bazara Erzaniyê dikana wî heye, diyar kir ku ji ber zeman êdî ew nikarin kaxeza A4'an jî bifiroşin. Çetîn, diyar kir ku dibistan vebûne û got: "Fiyetê defterê ji 3 lîre û nîvan bûye 7 lîre. Di nûçeyan de wezîrek dibêje 'fiyet normal in.' Hey bêwijdan, tu qet li van mirovan nafikirî? Ka kuderê van fiyetan normal e. Ev gotin li zora mirov diçe. Niha nikarim eşya bistînim û bifiroşim. Dema diçim ê nû dikirim nikarin bi fiyetê berê bifiroşim. Êdî em li gor xwe zeman dikin. Mirov nizane dê li gor çi zem bike. Petek lîreyek bû, lê niha heba wê bûye 2 lîre û nîv. Ji ber fiyet pir biha ne, naxwazim tiştekî bikirim û bifiroşim. Pir li ber dikevim. Ma ne xebîneta welatiyan e? Kesekî meaşê kêmtirîn distîne dê çawa alvêrê bike?" 
 
‘EM NIKARIN DILÊ ZAROKÊ XWE XWEŞ BIKIN'
 
Kedkara malê Hadra Bogaç jî, destnîşan kir ku êdî nikarin debara xwe bikin û got: "Duh çûm bazarê. 150 lîre bi min re hebû, lê min tiştek nekirî. Berê bi 50 lîreyî di dest min de poşet diçûm malê." Bogaç, diyar kir ku hevjînê wê çenteyan çêdike û got: "Ji ber karê wan bi dolar e niha nikarin tu karî bikin." Bogaç, bilêv kir ku niha wextê dibistana ye û got: "Em nizanin em ê mesrefê dibistanê çawa bikin. Êdî em nikarin zarokê dilê zarokê xwe xweş bikin. Em nikarin ji wan re tiştekî bikirin. Êdî em nikarin kirê jî bidin. Bi zor û heft bela em fatûreyan didin." 
 
‘ÊDÎ EM BÛN MUHTACÊ NANÊ TISÎ' 
 
Mursel Yilmazê ku di Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Bogazîçiyê (BEDAŞ) de dixebite, diyar kir ku zeman zêde tesîr li wan kiriye û êdî nikarin kîloyek firingî jî bikirin. Yilmaz, diyar kir ku piştî zem çêbûn ji şîrketa lê dixebite 20-25 kes ji kar hatine derxistin û got: "Dê dawiya vê mehê me jî ji kar derxin. Dor hat me. Çawa be jî me nan dibir mala xwe. Êdî em ê nikaribin bibin." Yilmaz, destnîşan kir ku êdî muhtacî nanê tisî bûne û got: "Her tişt biha bûye. Heqê kirêyan zêde bûye. Em nikarin ji derheqê wê derkevin. Êdî em ê çopan berhev bikin." 
 
‘ME FÊM KIR ME DENG DA, LÊ NIHA HER TIŞ XIRABTIR BÛYE' 
 
Yilmaz, anî ziman ku AKP'ê ew xapandine û got: "Gotin dê Tirkiye baştir bibe. Tim em xapandin û me jî deng da wan. Lê rewş xirab bû. Niha xirabtir bûye." Yilmaz, da zanîn ku 10 sal berê wan li Tokatê cotkarî dikir û got: "Li gundê me cotkarî qedandin. Me ji cotkariyê pere qezenc dikir. Me fêde jê digirt, lê qedandin. Em hatin van deran û li vira jî rewş ev e. Ji ber sûriyeyiyan ewlehiya me tune ye. Tu hizûr nema. Ji ber ku min denga daye polî poşman im. Wekî din gotineke min tune ye. Keda me ya helal mehf kirin. Li vî welatî dema meriv doza mafê xwe dike êdî sûc e. Careke din dengê xwe nadimê." 
 
MA / Servet Karaduman