Aborînas Şahînoz: Bi zêdebûna faîzê aborî rast nabe

img

ENQERE - Duh Banka Navendî faîz ji sedî  17.75'an derxist ji sedî 24'an û xwest mudaxaleyî buhabûna dolar bike. Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku biryara zêdebûna faîzê biryarek derengmayî ye û wiha got: "Bi zêdebûna faîzê ya Banka Navendî dibe ku ji bo demekê zêdebûna buhayê dolar bi sînor bike, lê di esasê xwe de krîza aborî rast nake. Ji ber ku aboriya Tirkiye bi awayekî cîddî rawestiya ye. 

Polîtîkaya Lîjneya Pereyan a Banka Navendî (MB) duh civîn pêk anî û biryara faîza zêde da. Bankê faîz ji sedî 17.75'an derxist ji sedî 24'an. Bi vî şiklî di dîroka AKP'ê de faîza herî zêde pêş xistin. Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, têkildardî biryara bankê ya faîzê nirxandin kir û wiha got: "Biryara Bankê ya faîzê biryarek derengmayî ye. Banka Navendî (MB) polîtikayên şaş ên faîzê dixe meriyetê. Li şûna ku li gorî pêdiviyên aboriya Tirkiye biryaran bistîne, zêdetir li gorî pêdiviyên siyasetê biryara faîzê distine. Ev yek ji bo pirsgirêka aboriyê nabe çareserî. Ji ber Bakna Navendî di biryarên şaş de israr dike dovîz li hemberî TL zêde dibe. Di rojên dawî de kûr heta 7 TL bilind bû. Ev tê wateya ku ji sedê salê heta niha kûr ji sedî 84 zêde bûye. Li Tirkiye bi hezaran û deh hezaran fîrma bi dowîzan bazirganiyê dikin û deynê wan ê dolaran heye. Tenê fîrmayên taybet 366 milyar dolar deynê wan heye. Yanî deynê wan li gorî tl ji sedî 84 zêde bûye. Em dipirsin ev mirov ên deynê wan bi dolaran e, dê çawa karibin deynê xwe bidin. Sedema vê yekê piranî grêdayî Banka Navendî ye. Niha faîz zêde kir, lê ew qas mirov jî ketin zerarê. Dibe ku niha biryarek rast be, le biryarek pir dereng mayî ye. 
 
'ZÊDEBÛNA FAÎZÊ NIKARE BUHABÛNÊ TALOQ BIKE' 
 
Şahînoz, da zanîn ku her çend Banka Navendî faîz zêde kiribe jî dê nikaribe rê li pêş krîza aborî bigire û wiha berdewam kir: "Di meha tebaxê de buha ji sedi 18 zêde bûn. Ev buhabûna serfakaran e. Lê li cem me buhayê hilberîner jî heye. Ya herî girîng buhayê hilberîner e. Yanî dema zem dibe hilberîner ji maliyeta xwe dixwe. Di tebaxê de buhayê hilberginer ji sedî 32 zêde bû. Ev rêje dê di demên pêş de xwe bide der. Dê di mehêm îlon, çotmeh û kanûnê de farqa wî xuya bibe. Ji ber vê yekê her çend banka faîze dêde bike jî dê buhabun zêde bibe. Dibe ku ji bo demek  pir kurt buha raweste, lê dê dîsa zêde bibe. Ji ber ku pirsgirêka esasî ya Tirkiye, bi temamî bi sermayeya derve girêdayi ye. Fîrma û aboriya Tirkiye bi sermayeya derve ve girêdayî ye. Bazirganî tev li ser dolar û dowîzan e. Ev faîz dê piçekî rawestîne. 
 
Şahînoz,  da zanîn ku Tirkiye di çeyreka ewil de ji sedî 7,4 û di ceyreka duyemîn de ji sedî 5,2 mezin bû û ev sura bayê sala par e we nîşan dide. Valabûna butçeyê sala par 25 milyar TL bû. îsal di 6 mehên ewil de 46 milyar TL ye. 6 mehên îsal duqatî sala par e. 
 
MA / Selman Guzelyuz