Ji karkerên hatin binçavkirin jê 160 kes hatin berdan

img
STENBOL - Ji 543 karkerên 3'emîn Balafirgehê yên di serdegirtina şantiyê de hatin binçavkirin jê 160 karker serbest hatin berdan. 
 
Polîs û cendirmeyan 2 şev berê bi ser wergeh û şantiya karkerên 3'emîn Balafirgehê de girtibûn û 543 karker binçav kiribûn. Şevê din dema karkeran xwestibûn binçavkirinê şermezar bikin û daxuyanî dabûn dîsa rastî mudaxaleya polisan hatibûn. Polîsan di mudaxaleya çalakiyê de jî herî kêm 5 kes binçavkiribûn. Ji kesên hatin binçavkirin jê 160 karker serbest hatin berdan.