Înşaat Îş: Nikarin hêrsa karkeran bitepisînin

img
STENBOL - Rêveberê Înşaat Îş'ê Tezcan Acu, bertek nîşanî binçavkirina karkerên 3'emîn Balafirgeha Stenbolê û êrîşa li dijî karkeran da û wiha got: “Patron û karsaz nikarin bi êrîş û binçavkirinan hêrsa karkeran bitepisînin. 
 
Sendîkaya Karkerên Rê û Înşaat Yapi a Şoreşger (Dev-Yapi-Îş) a girêdayî DİSK'ê, têkildarî êrîşa li dijî karkeran û binçavkirina karkerên 3'emîm Balafirgehê li Navenda Dev Saglik Îşê ya Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di civînê de Parlamenterên HDP'ê Erkan Baş û Ali Kenanoglu û gelek rêveberên sendîka amade bûn. Li ser navê sendîkayan Rêveberê Sendîkaya Înşaat Îşê Tezcan Acu daxuyanî da û diyar kir ku piştî serwîsa karkeran a 3'emîn balafirgehê qeza derbas kir, karkeran dest bi çalakiyan kir û wiha got: "Ew qas cînayetên kar zêde çê dibin, lê kes dengê wan nabihîze. Lê piştî cînayeta kar a roja înê karkeran çalakî pêk anîn. Ev bû sedem ku walî, cendirme û qeymeqam biçin herêmê û hewl bidin karkeran îkna bikin. Xwestin dengê karkeran ê mafdar qut bikin. Xwestin dîsa karker mijûl bikin û wan bêdeng bikin. Her çend gotin dê şopdar bin jî lê xwestin wan bêdeng bikin û bixapînin. Karkeran baweriya xwe bi wan neanîn û çalakiya xwe berdewam kirin. Karkeran çareseriya teqez û mîsoger xwestin. Vê carê rayedaran her tişt avêt ser pişta ÎGA. Wan jî heman rêbaz pêş xist. Lê ji ber karkeran encamek tewez xwest çalakiya xwe bi israr berdewam kirin. Lê Cendirmeyan xwest pêşengêin karkeran bigirin û ewil nûnerên Dev Yapı Îş, Înşaat Îş, İYİ Sen'ê di GBT'ê re derbas kirin û xwestin wan ji hev qut bikin." 
 
Acu, anî ziman ku dawiya dawî cendirmeyan 534 karker û 4 nûnerên Sendîkaya Înşaat Îş'ê binçav kirin û wiha got: "Tu rayedarên dewletê van şert û mercên xerab ên karkeran nebîne. Rayedarên dewletê tetikêşiya patronan dikin. Divê daxwaza karkeran li ber çavan bê girtin. Rayedar hewl didin ku karkeran bi binçavkirinê bêdegn bikin. Lê binçavkirin dê nikaribe karkeran bêdegn bike û nikaribe wan bitepisîne. Karker dibêjin 'Her roj 2 cenaze ji vir derdikevin' û dengê xwe bilind dikin. Daxwaza wan ewlehiya kar û tenduristiya karkeran e. Dixwazin rayedar muameleya mirovan bi wan re bikin. Dixwazin berxwedana karkeran bi êrîşan bişkînin. Lê dê bi ser nekevin. Rayedarên ÎGA li şantiyan navenda lêpirsînê ava kirine. Her roj karker rastî lêdan û tundiyê tên. Karkerên înşaetê di nava şertên pir xerab û koletiyê de kar dikin."