Esnafên Deşta Pirsûsê zerarê dikin

img

RIHA – AKP di her serdemê de projeya avê ya Deşta Pirsûsê ji xwe re dike propaganda hilbijartinê. Proje li aliyekî li ser erdan dibe lehî û li aliyê din jî bêav dihêle. 

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di hilbijartinên 2014’an de projeya avê wek soza hilbijartinê ji aliyê Serokwezîrê wê deme Tayyîp Erdogan ve hatibû vekirin. Projeya AKP’ê ji xwe re wek amûra propagandayê bikar tîne li aliyekî dibe sedema ku erd di bin lehiya avê de bimînîn û li aliyekî jî bajêr bêav dihêle. Di rojên derbasbûy de ji ber qenalên tahliye tune bûn û berê avê dabûn ser taxan. Li bajarokê Elîgorê ya Pirsûsê di bin avê de ma û bandorek mezin li ser gundiyan kiribû. Di heman demê de gundiyên Hêcek jî diyar kirin ku Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) di hefteyê de 4 rojan ava wan qût dike û têr avê bernadin qenalên wan. Gundiyên Hêcekê anîn ziman ku ji ber bêavbûnê zeviyên wan ziwa dimînin û lê ew fatûreyên xwe av û ceryanê jî bi rêk û pêk radizînin. 
 
‘AV NEHATIYE DEŞTA PIRSÛSÊ’ 
 
Muhittîn Alan yê 63 salî diyar kir ku wî bawerî bi soza hikûmetê ya “Me av anî Deşta Pirsûsê” anî û dest bi cotkariyê kiriye û lê wî 60 donim pembo daniye ji ber av têr nake pemboyê wî ji bêaviyê hişk bûye. Alan got ku ew bi pereyek giran zirarekê mezin dikin û got: “Dibêjin av hatiye deşta Pirsûsê lê ne av û ne tiştek jî ne hatiye.” 
 
DI ÇANDINA GARIS DE ZERAR KIR
 
Bavê 4 zarokan Îsa Gulumser ê 32 salî jî destnîşan kir ku ji ber kêmasiya avê gubreya wan li nav zevî reşandiye jî têr neheliyaye û ew di cotkariya garis de heta niha nêzî 25 hezar lîre zerar kiriye. Gulumser da zanîn ku li şûna garisê wî 2 metre dirêj bibe lê ji ber bêavbûnê 20 cm dirêj bûye. 
 
‘POŞMAN BÛN’ 
 
Cotkar Abdullah Çetîn jî diyar kir ku av hindik diherike bi ser wan ve û wiha got: “Berê ji ber bêavbûnê gelek gundiyan bar kir çûn deverê cüda, lê bihîstin ku av hatiye carek din zivirîn. Bi vegera xwe sed poşman in. Ji ber ku projeya avê li ser ziman ma. Tu kesî av nedît.” 
 
KEYAYÊ GUND: COTKAR ZERARÊ DIKIN
 
Keyayê gundê Hêcek Muslum Toraman jî anî ziman ku 365 cotkarên wan hene û hemû jî mexdûr bûne. Toraman got ku alîkarên midûrê DSÎ’yê yên herêmê bersiv nadin têlefonên wan û got: “Di hefteyê de 4 roj ava me tê birîn. Lê ya Kaniya Xezalan qet nayê birîn. Ava qenalên Kaniya Xezalan bi ser re diherike lê ava qenalên me di binî de ye.”