Karkerên balafirgehê: Gotin 'Kî dengê xwe derxin em ê wan bigirin'

img

STENBOL – Karkerên înşeata Balafirgeha 3'yemîn ên hatin binçavkirin û girtin, serpêhatiyên xwe yên di bin çavan û girtîgehê vegotin. Girtiyan diyar kir ku di bin çavan de ji wan re hatiye gotin "Hûn û HDP'ê li ser çi axivîn?" û gotin: "Tê gotin 'kî doza mafê xwe bike û ji bo vê deng derxînin em ê bigirin.' Ya di şexsê me de pêk hat jî ev e. Ji ber ku me deng derxist em hatin girtin."

Di 14'ê Îlonê de karkerên înşeata Balafirgeha 3'yan a Stenbolê ji ber ji bo başkirina şert û mercên kar çalakî li dar xistin, 24 ji wan hatin girtin. Karkerên hatin girtin şandin Girtîgeha Metrîs û Girtîgeha Sîlîvriyeyê. Girtiyan bi rêya parêzerên xwe tiştên di bin çavan de û li girtîgehê bi wan re rû bi rû man vegotin. 
 
LI SER BETONÊ DAN RAZANDIN 
 
Karkerên ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê wan bê nivîsandin, diyar kirin ku ew 4 rojan di bin çavan de man û di van çar rojan de li ser betaniyeke tenik a li ser betonê raxistî razane. Karkeran, anî ziman ku ji ber vê nexweş ketine û di 20 saetên ewil ên dema girtinê de qet xwarin nedane wan.
 
Karkeran, anî ziman ku destên wan bui kelemçeyên lastîkî bi awayekî şid hatine girêdan û ji ber vê li zenda wan şopa kelemçeyê heye. Karkeran, destnîşan kir ku hin karker jî ji aliyê rayedarên şîrketê ve hatine binçavkirin û rayedarên şîrketê ew birine qereqolê radestî leşkeran kiriye. 
 
‘HÛN Û HDP'IYAN LI SER ÇI AXIVÎN?' 
 
Karkeran bilêv kir ku di dema binçavkirinê de gelek caran îfadeya wan hatiye girtin û di îfadeyê de ji wan hatiye pirsîn ku "Hûn û parlementerên HDP'î li ser çia xivîn?" 
 
Karkeran, diyar kirin ku di dema binçavkirinê de polîs û rayedarên şîrketê ew derb kirine û hin wêne dane ber wan ji wan re gotine "Divê tu bêjî ez van kesan nas dikim." Karkeran, anî ziman ku di dema îafdegirtina hi8n karkeran de li cem cendirmeyan hin rayedarên şîrketê jî hebûne û rayedaran rê li ber cendirmeyan xistiye. Hat îdiakirin ku karkerê 19 salî Cîhan Saribûlak hatiye îşkencekirin û bi îşkenceyê jê hatiye xwestin ku di aleyha xwe de teşhîsê bike. 
 
KARKER LI ERDÊ RADIKEVIN 
 
Karkeran, diyar kir ku qawîşên Girtîgeha Sîlîvriyeyê ne tu qawîş in û wan û kesên mirov kuştine xistine heman qawîşê û di qawîşên 3 kesî de 7 kes dimînin û hin karker li erdê radikevin. 
 
Karkeran destnîşan kir ku bi girtina wan hatiye xwestin ku civakê çavtirsandî bikin û gotin: "Dê ev çewisandin bi destekeke civakiyî bê şikandin. Tê gotin 'kî doza mafê xwe bike, ji bo vê debg derxîne em ê bigirin.' Ger destekeke zêde çêbibûna dê nikaribûna me bigirin." 
 
MA / Yasin Kobulan