Karkerên Şaredariya Beşîktaşê dest ji kar berdan

img
STENBOL – Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Beşîktaşê ji ber mûçeyê wan ê 3 mehan nehatiye razandin dest ji kar berdan û çalakî dan destpêkirin. 
 
Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Beşîktaşê ya CHP’ê bi boneya mûçeyê wan ê 3 mehan nehatiye razandin şermezar bikin çalakî dan destpêkirin. Karkerên endamê Sendîkaya Genel Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê ne starta çalakiya xwe li Karanfîlkoyê dan. Karker ji îro pê de biryara çalakiya dê çopê kom nekirinê û kolanan paqij nekin girtin. 
 
Karkeran diyar kir ku her çiqas rayedarên şaredariyê soza dê mûçeyê wan bê razandin dan wan jî lê hêj nehatiye razandin û heta mûçeyê wan bê razadnin dê çalakiya xwe dewam bikin. 
 
Hat zanîn ku dê rêveberên Şaxa 3’yan a Genel Îş’ê ya Stenbolê ji bo mûçeyên karkeran bê razandin bi rayedarên şaredariyê re hevdîtin pêk bînin.