Aborîzan Altinors: AKP gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê ve dibe

img
ENQERE - Aborîzan Alp Altinors, diyar kir ku AKP êdî nikare krîza aborî kontrol bike û got: “Çawan ku Duyum-u Umumiye Dewleta Osmanî kir mêtîngeh, desthilatdariya AKP’ê jî gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê dibe.  Ji ber vê yekê divê li ser modelên aborî yên alternatîf nîqaş bên kirin.”
 
Ligorî danayên Desteya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), enflasyon di meha Îlonê de 24,5 zêde bû û dinava 15 salên dawî de, herî dawî di sala 2001’an de gehiştibû asta krîzê. Di heman demê de di Tebaxa sala 2003’yan de enflasyona weke ji sedî 24,9 hatibû ragihandin. Desthilatdariya siyasî, bi pergala nû re, gelek paket û bernameyên aboriyê ragihandin û bi şîrketin şêwirmendiyê re li hev kirin. Lê dîsan jî hejmarên aborî yên makro di ser bendewariyan rene. 
 
Aborîzan Alp Altınors, diyar kir ku ew bi tabloyek pir xerab re rû bi rû ne û û wiha axivî: “Rojên herî zor li benda Tirkiyeyê ne. Ji ber ku çareserî ji bo aboriyê nayê dîtin, hema karkeran ji kar derdixin.”
 
'KRÎZ JI KONTROLA HIKÛMETÊ DERKETIYE'
 
Altınors, anî ziman ku bi her awayî krîz aborî heye û wiha got: “Ev krîz êdî ji kontrola hikûmetê derketiye. Polîtîkayên aborî yên AKP’ê krîzê ava dikin. Tu eleqeya krîza aborî ne bi hêzên derveyî welat û ne jî bi DYA’yê re heye. Ev krîz, krîza hikûmetê ye. Ji xwe heya roja îro desthilatdariya AKP’ê tu binkeftiyên xwe qebûl nekirin û ne girtine ser xwe.”
 
'PEYWIREK MEZIN DIKEVE SER HDP’Ê'
 
Altınors, da zanîn ku ji ber vê divê li ser modelên aborî yên alternatîf nîqaş bên kirin û wiha bilêv kir: “Di vê mijarê de bi taybetî peywirek mezin dike ser HDP’ê. Ji ber ku polîtîkayên aborî yên IYI Partî û CHP’ê diparêzin, ji ya AKP’ê ne cudatire.”
 
'ROJÊN GIRANTIR LI BENDA TIRKIYEYÊ YE'
 
Altînnors, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tirkiye ji Gulana 2018’an û vir ve ketiye krîza aborî. Ji ber vê krîza aborî di mehên Tebax û Îlonê de rewşa aboriyê tengavtir bû. Bilindbûna enflayonê, faîz û dolarê dibin sedem ku rojên girantir li benda Tirkiyeyê bin. Çawan ku Duyum-u Umumiye Dewleta Osmanî kir mêtîngeh, desthilatdariya AKP’ê jî gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê dibe.  Ji ber vê yekê divê li ser modelên aborî yên alternatîf nîqaş bên kirin.”
 
MA / Selman Guzelyuz