Karkerekê li Antalyayê jiyana xwe ji dest da

img

ANTALYA - Li Gazîpaşa 2 karkerên înşaetê ji qata 4’an a avahiyê ketin. Karkerekê jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

Li Taxa Beyobasi a navçeya Gazîpaşa ya Antalya, Davût Balci yê 44 salî û Yuksel Gokmen ê 47 salî yên di înşaetekê de dixebitîn di encama hilweşîna dîwarê balkonê de ji qata 4’an a avahiyê ketin. Welatiyên derdorê karkerên birîndar rakirişn Nexweşxaneya Dewletê ya Gazîpaşa. Ligel hemû mudaxileyan jî Gokmen jiyan xwe ji dest da û Balcî li nexweşxanê tê dermankirin.