Ji ber zemê kes nikare biçe bazaran jî: Bi saxî dikujin

img

AMED – Li bazarên semtî ji ber zemê kes nikare tiştekî bikire. Li Amedê welatiyan got: "Êdî em newêrin biçin bazaran jî. Bi saxî me dikujin. Êdî tiştekî bê axaftin nemaye." 

Her çend Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bêje "krîz mirîz tune ye" jî, lê belê li çarşî û bazaran her roj fiyet biha dibin. Li Bazara Duşemê ya navçeya Rezan a Amedê, welatiyan anî ziman fiyet du qat zêde bûne û wan heta niha tiştekî wisa nedîtiye. 
 
Şermîn Agaçtûtan diyar kir ku her hefte zem çêdibin û got: "Me got belkî fiyetê firingiyan erzan bibe, me şûşe danegirtin. Meha borî kîloya firingiyan bi 2 lîre û nîvan bû, niha bûye 4-5 lîre. Hindik maye wextê bacanên reş biqede, lê hîn jî kîloya wan bi 2 lîre û nîva ye. Me ji bo zivistanê tiştek çênekir. Tenê ne li bazarê li marketan jî rewş wiha ye. Rûn biha bûye, salçe, kaxezên tuwaletê hemû biha bûne. Mirov nikare tiştekî jî bikire." 
 
'EM DESTVALA VEDIGERIN MALÊ' 
 
Dayika 4 zarokan Bîrgul Yildiz jî, anî ziman ku berê berî ku biçûna bazarê wan li malê hesabê xwe dikir, lê niha nikarin ehsabê xwe jî bikin, çimkî her roj fiyet biha dibin. Yildiz got: "Kîloya fasûleyên şîn bûye 5 lîre. Em 6 kes in ger kîloyek fasûle bikirim dê kî bixwe. Gelek caran em dest vala ji bazarê vedigerin malê. Ji hêkan bigire heta pîvazan her tişt biha bûye." 
 
'MA EZ Ê BI BÊRÎKA VALA ÇAWA ALVÊRÊ BIKIM' 
 
Abdurrahman Altanê ku destvala ji bazarê vegeriya got: "Ma ka bêjim çi! Niha tenê di nav bazarê re derbas dibim, nikarim alvêrê bikim." Altan, destnîşan kir ku heta ku demokrasî û edalet pêk neyê dê aramî çênebe û got: "Dema edalet tune be tiştek jî pêk nayê. Ger li welatekî edalet tune be, dê xizanî jî hebe û dê krîza aborî jî hebe, dê cinayet jî pêk bên. Dê mirov jî birçî bimînin." 
  
‘EM NEWÊRIN BIÇIN BAZARÊ JÎ' 
 
Gulşen Dalkiliç jî diyar kir ku her tişt biha bûye û ji ber vê nikarin tiştekî jî bikirin. Dalkiliç bilêv kir ku kîloya firingiyan ji 2 lîre û nîvan bûye 5 lîre û kîloya kartolan jî ji 2 lîreyan bûye 3 lîre û êdî newêrin werin bazarê. 
 
Sakîne Ulker jî got: "Ji ber krîza aborî kesên feqîr nikarin biçin bazarê jî. Êdî bi saxî me dikujin. Ka bêjim çi, êdî tiştekî bê axaftin nemaye. Xwedê heqê me ji wan re nehêle. 30 sal in em diqîrin, lê kes nabihîse îjar dê guh bidin zeman. Dema hemû welat ji birçîna bimire dê rihet bibin." 
 
Ramazan Koç jî bilêv kir ku 30 sal in ew li bazarê esnaftiyê dike. Koç, anî ziman ku wî heta niha krîzeke bi vî rengî nedîtiye. Koç, diyar kir ku meha borî kîloya xiyaran 2 lîre bû lê niha bûye 3 lîre û nîv. Koç, destnîşan kir ku ji ber welatiyê berê 5 kîlo dikirî niha kîloyekê dikire. Koç anî ziman ku ev krîz ne ya dewlemendan a feqîran e û got: "Dema dolar zêde dibe tesîrê li gel dike. Dema tesîrê li gel bike ev jî tesîrê li esnafan die. Şekir, afva firingiyan hatin zemkirin, zem li ser zemê tê." 
 
MA / Esra Solin Dal