Karkerê meaşê wî nedanê hewl da întihar bike

img
ÎZMÎR -  Li navçeya Karabaglarê, karkerê înşeatê ji ber meaşê wî nedanê hewl da întihar bike. 
 
Li navçeya Karabaglar a Îzmîrê, li Şantiyeya Yedîtepeyê heta niha 2 hezar û 500 karker ji kar hatin derxistin û meaşên wan nedan wan. Îro karkerê bi navê Erkan ji ber meaşê wî nedanê hewl da întihar bike. Karkerê înşeatê Erkan derket ser vînçê û doza meaşê xwe kir. Piştî sê saetên li ser vîncê polîsan mudaxile kir û karkerê înşeatê daxistin jêrê. Karkerên înşeatê yên li cihê bûyer li hev kom bûn gotin: "Ji bo em meaşê xwe bistînin ma divê em întihar bikin?" 
 
Li gorî agahiyên bi dest ketin ji ber krîza aborî karê li şantiyeyê hatiye rawestandin û loma meaş nayên dayîn.