'Karkerê we li balafirgehê kuşt û winda kir kî ye?'

img

STENBOL – Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re cînayeta karkerê navê wî nehat zelalkirin pirsî û got: “Li Balagirgehê karkerê we kuşt û winda ir kî ye û li ku ye?”

 
Platforma Piştevaniya bi Karkerên Balafirgeha 3’yemîn re bi armanca balê bikişîne ser cenazeyê karkerê Balafirgehê yê 3 roj berê cenazeyê wî di loxerê de hat dîtin li ber Miduriyeta Bajêr a Saziya Kar û Xebatê (ÎŞKUR) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, rêveberên sendîkayan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartên berteka li dijî şert û kuştina karkeran hildan û bi dirûşmeyan nerazîbûna xwe dan nîşandan.
 
‘DIKUJIN Û ŞAHIDIYÊ JI HOLÊ RADIKIN’  
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi Înşat Yolê (Yapi-Îş) Nîhat Demîr daxuyanî da. Demîr bi bîr xist ku beriya sê rojan cenazeyê karkerek di loxerê de ji aliyê karkeran ve hatiye dîtin û got: “Peyîrdarên li wir li şûna ji cînayetan re bibin asteng lê ser cînayetan digirin. Telefonên karkerên şahid hatin desteserkirin û qeydên di telefonan de hatin jêbirin. Rayedar li şûna ku cînayeta karkeran ronî bikin û şertê wan baş bikin, radibin pesnê mezinbûna balafirgehê didin. Niximandina cînayetan dixwazin bikin bêdengiyek domdar. Dixwestin ser vê cînayeta dawî jî biniximînin, lê vê carê nikaribûn veşêrin.” 
 
ŞEKER: BÛYER GORISTANA KARKERAN
 
Parlementerê CHP’ê Alî Şeker jî anî ziman ku ya înşata li wir tê çêkirin û bilind kirin ne balafirgehe û berevajî vê ew der bûye gora 37 karkeran. 
 
‘EV KÎ NE SER CÎNAYETÊ DIGIRIN’ 
 
Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî da zanîn ku li balafirgehê mafê jiyanê yê bingehîn ji holê hatiye rakirin û got: “Sermayedar û desthilatdarî dibe sedemê mirina mirovan. Hebûn û mafê mirovan tune dihesibînin. Sermaye ji AKP’ê destek distîne û ew jî hemû mafan tune dike. Vê cînayetek dawî gelek xeternak e. Cînayet piştî kuştina yekî şûn ve pêk hat gelo? Bûyerek din li holê heye gelo? Ev kî ne ser vê cînayetê dinixêmîne û digire? Mixabin em têkildarî van pirsan tu bersivan wernagirin. Têkildarî vê cînayetê em li Wezareta Xebatê digerin û dixwazin muhatab bibînin. Lê mixabin bi tu awayî li me nazivirin. Em navê karekerê jiyana xwe jî ji dest daye nizanin. Dîsa ser cînayetek din kar tê niximandin. Ev jî sûc e.”