Rojê 15 saetan dixebitin, heqedesta wan 45 lîre ye

img

RIHA - Karkerên li nav erdên pembû di holikan de dimînin, rojê 15 saetan dixebitin û 45 lîreyan distînin. Karkeran, diyar kir ku li gor sala per îsal ji ber rewşa aborî û zemên tên kirin nikarin debara xwe bikin. 

Li Rihayê karkerên li nav pembû di holikan de dijîn, diyar kirin ku ji ber îsal fiyetê pembû erzan e, ev yek tesîr li wan jî kiriye. Karkerên her roj ji saet 5'ê sibehê heta 8'ê êvarî dixebitin, rojê 40-50 lîreyî distînin. 
 
MALBAT HEMÛ DIXEBITE 
 
Huseyîn Altay (35) ku li gundê Qirik ê navçeya Hewengê ya Rihayê çawîşiya karkeran dike, anî ziman ku 18 sal in li nav erdên pembû dixebite. Altay, diyar kir ku 5 zarokên wî hene û ji ber ew û hevjîna xw ebi hev re dixebitin ji mecbûrî zarokên xwe jî tînin cem xwe. 
 
Altay, diyar kir ku ew di Îlon û Cotmehê de dest bi topkirina pembû dikin, ji ber vê zarokên wî dereng dest bi dibistanê dikin. Altay got: "Em heta meha 12'an li van dera ne. Wexta em vedigerin Sêwregê zarokên min ji ber dewamiyê di polê de dimînin. Lê belê em mecbûr in, em bi vî awayî debara xwe dikin. Bi hêviya tiştek bi destê me bikeve em tên van deran." 
 
ROJÊ 15 SAET Û 45 LÎRE 
 
Altay, diyar kir ku dewetê îsal fiyetê pembû ewilî kir 4 lîre û 80 qurîş, lê belê paşê daxist 3 lîre û 80 qurişî. Altay got: "Wexta em ewil hatin piyaseya pembû 4 lîre û 80 qurîş bû. Paşê daxistin. Ji ber fiyetê wê hat erzankirin, em jî hindikî qezenc dikin. Xwezî me zêde bidana karkeran. Zarokên me hemûyan hene. Heta hin zarok jî dixebitin. Em sibehê saet di 5'an de dest pê dikin heta 8'ê êvarî dixebitin. Em rojê 45 an jî 50 lîreyî qezenc dikin. Her tişt hat zemkirin, lê hîn jî em bi heman heqedestê dixebitin." 
 
JIN BI 35 LÎREYÎ, ZAROK BI 20 LÎREYÎ DIXEBITIN 
 
Altay got: "Par min bi 30 lîreyî ji bo karkeran çay dikirî, niha bûye 65 lîre. Debar zehmet bûye. Em dixebitin, lê tiştên bi dest me dikeve jî dixwin. Bi zorê debara zarokên xwe dikim. Li nav erd wan mezin dikim. Em rezîl û ruswa bûne. Jin, zarok, mêr tev de dixebitin. Zarok heta êvarî dixebitin bi 20 lîre bi dest wan dikeve. Li nav vî erdî zarokên 7 salî jî hene. Ger li malê nanê wan hebûna, wê nehatana." 
 
Fatma Altay ku li nav erd zarokên xwe xwedî dke, bilêv kir ku ew hem dixebite hem jî li zarokên xwe dinere. Altay, diyar kir ku ew rojê bi 30-35 lîreyî dixebite û got: "Ger rewşa me baş bûna, wek koleyan em ê nexebitiyana."