Rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn karkerek ji jor ket û can da

img
STENBOL - Sendîkaya Înşaat-Îş'ê li ser hesabê twîtterê diyar kir ku rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê karkerek ji jor ket û jiyana xwe ji dest da. 
 
Her roj karkerên înşaetê di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Îro jî karkerekî din ji jor ket û jiyana xwe ji dest da. Sendîkaya Înşaat-Îş'ê li ser hesabê twîtterê diyar kir ku rojek beriya vekirina Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê karkerek ji jor ket û jiyana xwe ji dest da. Sendîkaya Înşaat-Îşê di hesabê twitterê de wiha got: "Rayedaran diyar kirin ku dê sibê bi remasimek mezin Balafirgeha 3'emîn vekin. Ji ber zextên rayedaran hevalekî me yê din jî jiyana xwe ij dest da. Em agahiya ji Şantiyeyê hat bi pare parve dikin. #EmNeKolene "Îro serê sibê karkerek ji bilindahiyê ket û can da. Der barê fîrma û personel de agahî nehat zanîn."