Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin

img

WAN - Esnafên Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, diyar kirin ku êdî tu xêr di karê wan de nemaye û hindik maye top bavêjin. 

Li Tirkiyeyê yek ji navendên girîng ên sewalvaniyê jî Wan e. Lê belê ji ber krîza aborî fiyetê êm û kayê pir biha bûye û sewalvan nikarin kar bikin. Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî û bihabûna fiyetan êdî karê wan ne wekî berê ye. 
 
 ‘KAR TUNE, PERE TUNE, LÊ KRÎZ HEYE' 
 
Alîgirê Serokê Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê Hasan Unver, anî ziman krîza aborî zêde tesîr li sektora wan kiriye û li gor salên berê rewşa bazara ka û êm pir xirab be. Unver got: "Berê evan çaxan esnafan rojê 3-4 ton kar difirot. Zivistan hat, lê heta niha tu hemû esnafan bidî ser hevdu tonek ka jî nefirotine. Rojê em ancax du sê torbe ka difiroşin. Ev ji ber krîza aborî ye. Êdî pere bi sewalvanan re jî nemaye. Bi taybetî îsal mesrefên bazara kayê du qat zêdetir bûne. Kesên çûn zozanan heywanên xwe hemû anîne. Dîsa jî tesîr li karê me nekir. Ên ji zozaan hatin jî bê pere ne, em jî nikarin bi deyn kayê bidin. Kar tune, pere tune, lê krîz heye." 
 
‘JI 5 TONî DAKETIN 300 KÎLOYÎ' 
 
Unver, anî ziman ku pêldariya di kûrên dowîzê de tesîr li wan jî kiriye. Unver, diyar kir ku par wan 500 heb kîsên kayê bi 600 lîreyî dikirî, niha bi hezar û 700 lîreyî dikirin. Unver, destnîşan kir ku par wan rojê 5 ton ka difirot, niha herî zêde 300 kîlo ka difiroşin. Her wiha Unver got, roj heye qet tiştekî jî nafiroşin. 
 
'HINDIK MAYE EM TOP BAVÊJIN'
 
Nazmî Akkoç, jî anî ziman ku 15 sal in ew ka-êm dikire û difiroşe, lê belê du salên dawî rewşa karê wan ne tu rewş e. Akkoç, destnîşan kir ku ew nikare deynê xwe bide û çekên ku roja wan hatine bide û got: "Tiştên em dikirin jî bi zirarê didin. Par me kaya spî bi 700 lîreyî difirot, niha em bi 250 an jî 300 lîreyîd ifiroşin. Bi vî fiyetî jî naçe. Ev ji ber krîza aborî ye. Par pereyên sewalvanan hebû û herkesî heywan dikirî. Axur tije bûn. Çerx bi awayekî digeriya. Hin mişteriyên me yên ku berê 400 pez xwedî dikirin, niha 30 hebî xwedî dikin. Êdî hindik maye em top bavêjin." 
 
Akkoç, diyar kir ku êdî hemû esnaf ji bêrîka xwe dixwin. 
 
DIXISIRIN 
 
Esnaf Suleyman Bûlût jî, diyar kir ku bazara ka û êm girêdayî sewalvaniyê ye û got: "Ger sewalvanî neyê destekirin dê rewşa karê me baş nebe. Niha di dest sewalvanan de heywan tune ne, ên heyî jî nikarin bifiroşin. Çimkî dixisirin. Ji bo sewalvanan li piyaseyê tişta herî erzan ka û êm e. Lê ev têr nake. Niha kîloya kaya spî bi 40 qurîşî ye. Kîsek êm bi 80 lîreyî ye. Lê wexta êm bibe 85 lîre sewalvan dixisirin. Divê êdî dawî li vê krîzê bê. Par van çaxan min 20-30 ton ka difirot. Îro ji sibehê ve tenê min 4 kîs ka firotiye. Ji ber krîza aborî êdî sewalvanî jî nayê kirin. Li herêma Wanê ji bilî sewalvaniyê wekî din tiştekî em pê debara xwe bikin tune ye. Wexta sewalvan qezenc bikin, em jî qezenc dikin." 
 
MA / Berzan Guneş