Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan

img
ÊLIH -  Odeya Bijişkên Êlihê û Şaxa SES’ê a Êlihê derbarê “qanûna tundiya di tenduristiyê de” daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Desthilatdar hewl dide bi qanûna tundiya di tenduristiyê de” raya giştî bixapîne. Ji bo ku pêşnûme neyê qebûl kirin, emê li her derê xwe bi rêxistin bikin.”
 
 Odeya Bijişkên Êlihê û Şaxa SES’ê ya Êlihê, têkildarî “Pêşnûmeya Qanûna Tundiya di Tenduristiyê” ya hikûmetê ya di 30’ê Cotmehê pêşkêşî Meclîsa Tirkiyeyê kir de, li Odeya Bijîşkan civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Odeya Bijişkên Êlihê Dr. Selahattîn Oguz, Hevserokê SES’ê Denîz Topkan, endamên SES’ê Yavûz Çelîk, Cîhan Tuzun û Salîh Bayat beşdarî civînê bûn. 
 
Hevserokê Şaxa SES’ê Denîz Topkan, diyar kir ku ewê heya dawiyê li dijî qanêna torbe darbikevin û wiha axivî: “Em dixwest qanûna li dijî tundiya di tenduristiyê bê rakirin, lê niha em bi qanûna torbeyê re rû bi rû ne. Bi derxistina vê qanûnê re, dê hemû mafên xebatkaran ji destên wan bên girtin. Emê li dijî vê yekê li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin û emê îtîrazên xwe bînin ziman. Ji ber vê emê têkoşîna xwe berdwam bikin.” 
 
'DÊ NEKARIN GEL BIXAPÎN IN'
 
Serokê Odeya Bijişkên Êlihê Dr. Selahattîn Oguz jî, diyar kir ku bi qanûna “qanûna tundiya di tenduristiyê de” dixwazin gel bixapînin û wiha bilêv kir: “Bi vê pêşnûmeya qanûnê dixwazin hemû mafên me ji me bigirin. Ji bo ku bijîşkên hatin îxraçkirin û di lêpirsîna ewlekariyê re derbas bûn, nekarin di sektorên taybet de bixebitin, dixwazin vê qanûnê derbixin. Emê li dijî vê pêşnûmeyê heya dawî têbikoşin. Ji bo vê emê bi rêxistinên cuda yên pîşeyî re xwe bi rêxistin bikin û çalakiyan li dar bixin. Emê hemû bi hevre bi biryardarî têkoşîna xwe mezintir bikin.”