Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv

img

STENBOL - Seroka ÎTO Dr. Pinar Saip, bal kişand zer pêşnûmeya ku li meclîsê tê niqaşkirin û wiha  got: "Pêşnûmeya Qanûnê ya Di Tenduristiyê de Tundî" ku wekî "Pêşnûmeya Qanûna Tundiyê ya Nû" anîn pêşberî me, tu daxwaz û pirsgirêkan çareser nake. Ji ber vê yekê tu wateya vê pêşnûmeyê tune ye. 

AKP'ê di 30'ê Cotmehê de pêşniyara qanûnê ya ji bo astengkirina şidetê ya di tenduristiyê de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Lê tê diyarkirin ku ger ev pêşniyar bê qebûlkirin û bibe qanûn, dê bijîşkên hatine îxrackirin nikaribin li deverên peymana wan bi SGK'ê re tune ye bixebitin. Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Dr. Pinar Saip, bal kişand ser naverok û encama pêşnûmayê. Dr. Pinar Saip anî ziman ku ev pêşnûma nabe bersîva daxwazên wan û bê wate ye. Saip, destnîşan kir ku ev pêşnûmeya li meclîsê tê niqaşkirin ji bo hekiman gelek aliyên wê yên neyînî hene û wiha got: "Xala 25'an a wekî "Pêşnûmeya Qanûnê ya Di Tenduristiyê de Tundî" ne li gorî qanûna ku TTB’ê dixwest e. Pêşniyara me têkildardî kesên di qada tenduristiyê de rastî tundiyê tên e. Me dixwest kesên tundiyê pêk tînin ji hukmê ku ceza bê taloqkirin sûdê negirin. Ger ku tundî xizmeta tenduristiyê asteng dike divê duqat ceza bê dayîn. Me dixwest rê li pêş tundiyê bigirin û kesan ji tundiyê dûr bixe. Lê di vê pêşnûneya nû de  tu guhertin tune ye. Ne ceza zêde dikin û ne jî kesan ji tundiyê dûr dixin. Yanî bi vê pûşnûneya nû tiştek nayê guhertin.  Mafê hekîman ji destê wan tê girtin. " 
 
Saîp, da zanîn ku bi xala 5'emîn a vê pûşnûme-qanûnê beyî biryara darazê hebe hekîm ji kar tên îxrackirin û wiha got: "Hekîmên ku bi vê yekê mexdûr dibin, nikarin li sektorên taybet jî kar bikin. Bi vê yekê dixwazin hekîm 600 rojna betal betal li malê rûnên. Dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin. Tevî pêvajoya lêpirsîna ewlehiyê nêzî 700-800 rojan bê kar tên hiştin. Pîşeyê hekîman ji destê wan bê girtin rewşek pir xeternak e. Tu aliyê wê yê hiqûqî tune ye. Li Almanyaya Nazî ev yek li dijî hekîmên cûhî bikar dianîn. Li cîhanê wekî din mînakê vê yekê tune ye."  
 
ODEYÊN TABÎBAN PÛÇ DIKIN
 
Dr. Pinar Saîp da zanîn ku dixwazin bi vê zagonê odeyên tabîban bê wate bikin û wiha bi dawî kir: "Ger ku hekîmek bixwaze karekî din bigire divê destûrê ji Yekîtiya Tabîbên Tirk  (TTB) bixwaze. Bi vê zagonê dixwaze erka TTB’ê ji destê wê bigire. Bi vê yekê dixwaze odeyên tabîban pûç û bê tesîr bike. Hem dê bijîşk nikaribin zêde wexta xwe ji nexweşan re veqetînin û hem jî dê keda hekîman bê xwarin. Bijîşkek dê bi qasî du bişîşkan kar bike. Di pêşnûmeyê de cih dide Nexweşxaneyên Bajaran jî. Dîvê nexweşxaneyên bajaran bên betalkirin. Ger ku zagon hatin guhertin divê nerîn û pêşniyarên komele û odeyên tenduristiyê jî bigirin. Em dê li diji vê pêşnûmeyê çi ji destê me bê em dê bikin."
 
MA / Melîke Ceyhan