Mexdûrên KHK'ê rojeva Lijneya Venêrtina Cemaweriyê de ye

img
ENQERE - Li ser giliyên li Lijneya Venêrtina Cemaweriyê hatin kirin, hat diyar kirin ku lijne dê mijara ku karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikaribin di sektorên taybet de bixebite têxe rojeva xwe. 
 
Lijneya Venêrtina Cemaweriyê ya li Meclisa Mezin a Tirkiye (TBMM) mekanîzmaya venêrtinê ye, mijara ku karmendên bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikaribin di sektorên taybet de bixebite xistine rojeva xwe. Hat diyar kirin ku li ser giliyên zêde yên li Lijneya Venêrtina Cemaweriyê hatin kirin, Lijneyê ev mijar kiriye rojeva xwe. Lijne, piştî serlêdanan dê der barê kesan de raporên "dikare di sektorên taybet de bixebite ya na" amade bike. Rayedarên Lijneyê yên der marê mijarê de agahî dan, diyar kir ku li ser giliyên zêde dê di rojên pêş de xebatekê bidin destpêkirin, lê hêj di fermiyetê de dest bi kar nekirine.  
 
125 HEZAR Û 806 KES MEXDÛR IN
 
Piştî OHAL di 20'ê Mijdara 2016'an de hat îlankirin, bi KHK'yên di çarçoveya OHAL'ê de hatin derxistin, bi giştî 125 hezar û 806 kes hatin îxrackirin. Kesên hatin îxrackirin ji hemû mafên xwe yên karmendiyê û aborî bêpar hatin hiştin. Mexdûrên KHK'ê nikarin di sektorên taybet de jî kar bikin. Mexdûr vê rewşê wekî "mirina medenî" û "darvekirina civakî" pênase dikin. 
 
MA / Dîren Yurtsever