ÎSÎG: Di cînayetên kar ên 10 mehan de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan

img
STENBOL - Meclîsa ÎSÎG’ê bi minasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navnetreweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan rapora derbarê cînayetên kar ên jinan de amadekiribû weşand û got: “Di cînayetên kar ên 10 mehên dawî yên sala 2018’an de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan.”
 
Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), bi minasebeta 25'e Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navnetreweyî ya Li Dijî Tundiya li Ser Jinan rapora derbarê cînayetên kar ên jinan de amadekiribû weşand. Di raporê de hat diyar kirin ku kargeh yek ji qadên tundiyê yên li dijî jina ne û di cînayetên kar ên 10 mehên dawî yên sala 2018’an de 92 jinan jiyana xwe ji dest dan.
 
Meclîsa ÎSÎG’ê di rapora weşand de wiha got: “Li Tirkiyeyê her roj herî kêm 4 jin rastî tundiyê tên. Êrîşên li ser mafên jinan, zext û tundiya li dijî jinan her roja diçe zêdetir dibin. Dîsan li Tirkiyeyê, li dijî jinan tundiya aboriyê heye û ji 10 jinan tenê sê jin dikare tevlî jiyana aboriyê bibe. Li kargehan herî zêde patron, amîrên zilam û hevalên kar tundiyê li jinan dikin. Ji ber polîtîkayên hikûmetê, tundiya li cihê kar a li dijî jinan pir zêdetir bûye. 
 
‘PIRANIYA JINÊN JIYANA XWE JI DEST DAN KOÇBERIN’
 
Di cînayetên kar ên 10 mehên dawî yên sala 2018’an de, 92 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ji jinên jiyana xwe ji dest dan 10 jê jinên koçberin û 7 jê zarokin. Di cînayetên jinan de 7 jê li Antalya, 7 jê li Aydinê, 7 jê li Bûrsa, 6 jê li Kocaelî û 6 jê jî li Rihayê jiyana xwe ji dest dan.”