Li Edeneyê 200 atolyeyên pêlavan hatin girtin

img
EDENE – Karkerên pêlavan çêdikin ji bo heqdesta wan bê zêdekirin dev ji kar berdan, diyar kirin heta daxwazên wan pêk neyên ew ê bitêkoşin. Serokê Komeleya Piştevaniyê Mûstafa Ozay anî ziman ku di demên dawî de 200 atolye hatine girtin û 3 hezar û 600 karker jî betal mane. 
 
Li gorî daneyên Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xebatkarên Çêkirina Pêlavan, li Edeneyê 6 hezar xebatkarên çêkirina pêlavan hene û di demên dawî de jî ji 350 atolyeyên pêlavan 200 jê hatine girtin û 3 hezar û 600 karker jî betal mane. Li navçeya Seyhanê karkerên çêkirina pêlavan bi daxwaza heqdesta wan bê zêdekirin di 26'ê Mijdarê de dev ji kar berdan. Karkeran got heta ew mafên xwe bi dest nexin dê çalakiya wan dewam bike. 
 
Serokê komeleyê Mûstafa Ozay, diyar kir ku ew ji fîrmayan doza ji sedî 40 zemê dikin û heta daxwazên wan pêk neyên ew ê bitêkoşin û pêlavan çênekin. Ozay, diyar kir ku heftaneya karkerekî 500-600 lîre ye, lê belê ji ber malzeme zêde bûne êdî karker nikarin debara xwe bikin û ji ber kar tune ye hoste dev ji vî karî ber didin û diçin di karine cuda de dixebitin. 
 
'EM Ê BITÊKOŞIN' 
 
Ozay, anî ziman ku di demên dawî de 200 atolyeyên pêlavan derabeyên xwe danîne û ji ber vê 3 hezar û 600 kes jî betal mane. Ozay got: "Ger daxwaza me ya ji bo zemkirinê neyê qebûlkirin em ê heta dawiyê mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin û bitêkoşin." 
 
‘EM HETA DERENGÊ ŞEVÊ DIXEBITIN' 
 
Hosteyê pêlavan Mûstafa Can jî diyar kir ku ew ji 8'ê sibehê heta 22:00-23:00'yê şevê dixebitin. Can, diyar kir ku ji ber krîza aborî her tişt biha bûye, lê belê heqdesta wan nehatiye zêdekirin. Can got: "Beriya zemê benikê me bi 5 lîreyan dikirî niha bûye 10 lîre. Donera me navrojê dixwar bi 5 lîreyan bû, niha bûye 8 lîre û nîv. Ceryan, gaza xwezayî, av her tişt biha bûye. Lê belê heqdesta me di cî de maye. Tenê dm doza keda xwe dikin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê bitêkoşin." 
 
MA / Cemil Ugur-Hamdullah Kesen