Hûr û rovî jî biha bûn

img

EDENE - Hosteyê hûr û roviyan Kasim Baytekîn, anî ziman ku li Edeneyê rojê zêdetirî 20 hezar hûrî û rodî tên firotin, lê belê ji ber şerjêkirina heywanan kêm bûye hûr û rodî jî biha bûne. 

Li Edeneyê yek ji xwarinên herêmî jî çêkirina hûr û roviyan e. Edeneyî ji êvarî heta sibehê hûr û rodiyan dixwin. Hosteyên hûr û rodiyan anîn ziman ku li bajêr rojê zêdetirî 20 hezar hûr û rodî tên firotin. 
 
Li Taxa Kocavezîr a navçeya Seyhanê hosteyê hûr û rodiyan Kasim baytekîn, anî ziman ku çêkirina hûr û rodiyan û berpêşkirina wan zehmet e. Baytekîn, bilêv kir ku ji ber rojê zêdetirî 20 hezar hûr û rodî tên fiortin ji gelek deverên welat hûr û rodî tên Edeneyê. Baytekîn, diyar kir ku lê belê ji ber di demên dawî de jêkirina heywanan kêm bûye fiyetê hûr û rodiyan jî biha bûye. Baytekîn got: "15 sal berê me hûr û rodî bi lîreyekê dikirîn, niha bi 5 lîre û nîvan e. Serwîskirina hûr û rodiyan 9 lîre ye. Berê me serwîsa wê bi 5 lîreyan bû. Niha fiyetên hûr û rodiyan biha bûye."