Cotkarên fasoliyan: Ne em, navbeynkar qezenc dikin

img
WAN – Cotkarên li Westanê dest bi çinîna fasoliyan kirin. Lê ji ber ku heqdestên xwe nagirin gelekî bi gazinc in. Cotkaran aşkera kir ku li zeviyan kîloya fasoliyan 1,5 TL ye, li sûkê kîloya wê bi 3 TL'yî tê firotan, ji ber bazara wan tune gelek zerar dikin. 
 
Li navçeya Westanê ya Wanê cotkaran dest bi çinîna fasoliyan kir. Welatiyê bi navê Erol Beyazit ê li taxa Pisivankê li ser 21 donimî fasolî çandine, d zanîn ku ew kîloya fasoliyan li nav zeviyê didin 1,5 TL'yî, heman fasolî li sûkê bi 3 TL'yî tên firotin.
 
‘HEQDESTÊ ME DERNAYÊ’
 
Beyazit da zabîn ku di dawiya Nîsanê û di serê Gulanê de fasoliyan diçînin, piştî mehekî zehmetiyên fasoliyan dest pê dike, lê ji ber ku heqdestên wan dernakeve, gelekî bi gazinc in û ev tişt got: "Piştî fasolî tê çandin, piştî 25 rojan çapeya wê tê kirin. Çapeya yekemîn û ya duyemîn. Gubreya wê didinê, ava wê tê dayîn. Piştî 2 meh û nîvan dest bi komkirina wê tê kirin. Dema berhemê xwe dide, di nava 2 mehan de berhem tê komkirin. Em niha berhev dikin. Zeviyên cuda jî hene. Min li ser 21 donimî fasolî çandine, lê keda ku me daye û eziyeta ku me kişandiye, mixabin em heqdestiya xwe nagirin."
 
DEMA BAZAR TUNE BE...
 
Beyazit diyar kir ku bazara wan jî tune, ji ber vê nikarin berhemên xwe bifiroşin. Beyazit got ku "Fasoliya heyî li ser erdê cotkaran bi lîrayek û nîvî ye, dema tu diçi heman berhemî li tezgehan dipirsî bi 3 lîrayî didin te" û di vê der barê de jî ev tişt anî ziman: "Yanî bi du qatî difiroşin. Li ser 21 donimî di berhevkirina 3'yemîn de ez gerek 5-6 tonan rakim, lê îsal berhem baş nehat. Qasî 2 tonan fasolî derket. Em kîloya wê di navbera 500 û 600 de difiroşin. Bi giştî li serê zeviyê tê firotan. Ji ber ku bazareke ku em berhemên xwe bibin bifiroşin tune. Bazareke raste rast ji cotkaran biçe gel tune. Em ji neçarî bi navbeykaran re vî karî dikin, vê carê jî yên qezenc dikin ew in."
 
Beyazit destnîşan kir ku karkerên wan rojane bi 55 TL'yî dixebitin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Qasî 8-9 saetan dixebitin. Her karkerek 150-160 kîloyî berhev dike. Em fasoliyan bi 1,5 TL'yî difiroşin. Em tenê nafiroşin navbeynkarên tên zeviyê, em difiroşin welatiyên tên zeviyê jî."