Karkerê ku meaşê xwe nestend ji neçarî kurê xwe naşîne dibistanê

img

STENBOL - Di sala dawî de nêzî 400 karkerên ku li Şaredariya Avcilarê dixebitin, bi awayekî rêkûpêk mehaneya xwe nastînin. Karkeran diyar kir ku ji ber vê ew nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê û yekane daxwaza wan ew e ku meaşên wan bi awayekî rûkûpêk bê dayîn. 

Nêzî 400 karkerên ku girêdayî Gerînendetiya Karên Fenê yên Şaredariya Avcilarê dixebitin, ev nêzî salekê ye ku bi awayekî rêkûpêk meaşê xwe nastînin. Ji ber ku meaşê xwe yê du mehan nestendibûn karkeran di 24'ê Tîrmehê de du hefteyan dev ji kar berda bû û di encama grevê de bi awayekî qismî be jî hinekî mafê xwe bi dest xistibûn. Piraniya karkeran endamê Sendîkaya Belediye-Îş'ê ne ku girêdayî Turk-Îş'ê ye. Karkeran anî ziman ku şaredarî tim wan eware dike. Karkerê bi navê Kemal Uzun diyar kir ku 3 sal in ew di şaredariyê de dixebite û niha hindik maye zarokê wî yê sêyem çê bibe, lê belê ew nikare debara xwe bike. Uzun, got ku fatûreyên wî ketine ser hev, nikare wan bide û ew daxwaza meaşên xwe yên ku nehatine dayîn dikin. 
 
'TENÊ DAXWAZA ME MEAŞ E' 
 
Karkerê bi navê Tayyar Guzel jî diyar kir ku ji sê zarokên wî yek jê nexweş e. Guzel got ku meaşê wan nayê dayîn, lê dîsa jî ew mecbûr in bixebitin. Guzel dest nîşan kir ku ji ber tunebûnê ew mecbûr maye ku zarokekî xwe neşîne dibistanê û divê şaredarî êdî dev ji vê rewşê berde. Guzel diyar kir ku fatûre û kirêyên wî ketine ser hev û wiha got: "Em nikarin debara xwe bikin, tenê daxwazek me heye, ew jî meşê me ye." 
 
ŞAREDARÎ SOZÊ XWE BI CIH NEANΠ
 
Sekreterê Darayî yê Şaxa Sendîkaya Belediye-Îş'ê ya Jimare 2'yan a Stenbolê Savaş Dogan jî, diyar kir ku her şev karker li qada şantiyeyê digerin û ji ber pêdiviyên zarokên xwe bi cih nayînin nikarin biçin malê. Dogan, got ku derûniya karkeran xera bûye. Dogan, bi bîr xist ku wan wek senîdkayê du caran çalakiya devjêberdana kar li dar xistiye û wiha axivî: "Karkeran xwest heta Enqereyê bimeşin, lê belê şaredariyê soz da û ji ber vê nemeşiyan. Lê belê şaredariyê sozê xwe bi cih neanî."