Ji Metal-Îş a Yekbûyî bang: Grev li ber derî ye

img

STENBOL - Sendîkaya karkeran biryara MESS'ê ya dûrxistina komî red kirin û diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyê dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin. Serokê Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaroglu, anî ziman ku biryara grevê stendine û ger ku MESS daxwaza wan pêk neynîne dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin.

 
Niqaşên hevdîtina der barê peymana tomarî (TÎS) ya ku 130 Hezar karkerên di bin baneyê Metal Îş'ê de kar dikin eleqeder dike didome. Karker diyad dikin ku heqê wan pir kêm e. Karkeran diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyê dê di 5'ê Sibatê de grevê bidin destpêkirin. 21'ê Çile de Sendîkaya Pîşesazên Metalê (MESS) biryara (Lokavt) dan ku bi komî karkeran ji kar bavêjin. Karker û rêveberên Metal-Îş a girêdayî DÎSK'ê têkildarî peymana tomarî rapora “Rastiya Karkerên Metalê" amade kirin û li Navenda Çandê ya Nazîm Hikmet a Şîşlîyê bi raya giştî re parve kirin. Seroka Giştîya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Serokê Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaroglu û gelek karker tev li daxuyaniyê bûn. Di civînê de Serokê Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaroglu, anî ziman ku biryara grevê stendine û ger ku MESS daxwaza wan pêk neynîne dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin. Serdaroglu, anî ziman ku bi mehan e têkoşînek bi rûmet dimeşînin û di Adara 2019'an de peymana Tomari ya Komî dabûn destpêkirin û wiha got: Ji bo ked û nahê bi deh hezaran karkerên Metalê bi mehan e em li ser piyan in. Ji bo 130 hezar karkerên metalê û tevi malbatê wan ji bo pêşeroja 500 hezar kesan tekoşînê didin." 
 
Serdaroglu, destnîşan kir ku ger daxwazên karkeran li ber çavan neyê girtin û gav neyê avêtin biryara grevê stendine û wiha got: "Li 41 fabrîqeyên ku sendîkaya me lê bi rêxistin e, li ser navê nêzî 10 hezar karker em gihiştin dawiya niqaşên Peymana Tomarî. Me biryara grevê stend. Ger ku daxwazên me pêk neyên em di 5'ê Sibatê de dest bi grevê dikin. Kêr êdî gihiştiye hestî. Grev liber derî ye. 
 
 
Serokê Peymana Tomarî (TİS) Îrfan Kaygisiz, rapora sendîkayê ya bi navê “Rastiya Karkerên Telalê ya di pêvajoya Peymana Tomarî ya MESS'ê de" pêşkêş kir. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeyên “Dê çerx di destê me de raweste, dê MESS li pêş me çong dîne" û “Em mafdar in em ê bi ser bikevin" berz kirin.