'Nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê’

img

AMED – Xebatkarên tenduristiyê diyar kirin ku mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê yên xebatkarên tenduristiyê yên li Zanîngeha Dîcleyê nehatine dayîn û ji ber polîtîkaya tenduristiyê ya îqtîdarê nexweşxaneyên zanîngehan hatine asta îflaskirinê. 

Li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ev 4 meh in mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê yên bijîşkên asîstan û xebatkarên tenduristiyê nadin wan. Tê gotin ji ber ku butçeya têrkirî ji bo 63 nexweşxaneyên zanîngehan nayê veqetandin, kelûpel nayên sitendin. Hat zanîn ku di vê mijarê de krîz derdikevin holê. 
 
Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) bijîşk Halîs Yerlîkaya û Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kendkarên Tenduristî û Xizmet Civakî (SES) a Amedê yê berê Recep Orûç têkildarî nedayîna mûçeyên sermayeya veberhênanê û nobetê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘PERE JI XELKÊ DIXWAZIN’ 
 
 Hevserokê Şaxa SES’ê ya berê Recep Orûç da zanîn ku ji sala 2002’an vir ve di bin navê bernameya veguherîna tenduristiyê vê qadê anîne asta metayê. Orûç bal kişand ser kêmasiya kelûpelên li nexweşxaneyê kêrî tenduristiyê tên û got: “Heqê kêmasiyên heyî ji xelkê daxwaz dikin. Ev yek jî krîzê bi xwe re tîne. Li Tirkiyê 63 nexweşxaneyên zanîngehan hene. Ji ber polîtîkaya tenduristiyê li ser pirsgirêkên heyî jî pirsgirêkên nû diqewimin meseleyê mezintir dike. Ji butçeya giştî butçeyek têrkirî ji bo nexweşxaneyan nayê veqetandin. Loma jî krîzên li nexweşxaneyan kûr dibin. Armanceyek me heye ku em bedela keda xwe bistînin. Heke em van maf ango keda xwe negirin em ê grevên mezin li dar bixin.” 
 
‘NEXWEŞANE HATINE ASTA ÎFLASÊ’ 
 
Bijîşk Halîs Yerlîkaya jî anî ziman ku li dewletên civakî berî her tiştî girîngiyê didin qada perwerdehiyê û tenduristiyê û wiha got: “Îqtîdara heyî jêderka welat di bin navê bajêr de pêşkêşî fîrmayên alîgir dike. Pereyên mezin ji bo polîtîkayên ewlekariyê tê veguheztin. Butçeya ji bacên ji karker û kedkarên li welat tê wergirtin dişînin ji qadên cuda re. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên mezin li qada tenduristiyê rû didin. Pirsgirêk xwe ji ber polîtîkaya îqtîdarê rû dide. Li nexweşxaneyên zanîngehan aborî hatiye asta îflaskirinê ye. Dixwazin bedelê pirsgirêkan bi xebatkarên tenduristiyê bidin razandin. Nexweşxane hatine asta ku nikarin hilberînê bikin û bixebitin. Pirsgirêk her ku diçin mezin dibin û zêde dibin.” 
 
MA / Gulistan Dînç - Fethî Balaman