Ji rêxistinên tenduristiyê hişyariya grevê

img

AMED - Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, ji bo mitînga ku dê di 15'ê Adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, daxuyanî dan û ragihandin ku heke daxwazên wan ên li dijî tundiyê ku ji 5 xalan pêk tên, neyên bersivandin dê di 17'ê Nîsanê de biçin grevê. 

Rêxistinên tenduristiyê yên Amedê, ji bo mitînga "Li Dijî Tundiya di Tenduristiyê de Mitînga Spî" ku dê di 15'ê Adarê de li Enqereyê bê lidarxistin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xistin. Nûner û rêveberên Odeya Bijîjkan a Amedê, Odeya Dermanfiroşan a Amedê, Odeya Diransazan a Amedê, Odeya Beytaran a Amedê, Înîsiyatîfa Derûnînasên Mezopotamyayê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê û Şaxa Komeleya Pisporen Xizmetên Civakî ya Amedê tevlî civînê bûn. 
 
XALÊN DAXWAZAN 
 
Di civînê de Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Mehmet Şerîf Demîr axivî û diyar kir ku ji ber tundiya li wan tê kirin nikarinê karê xwe bikin wiha got: "Em timik hedef tên nîşandan û li ser karê xwe rastî tundiyê tên. Ji ber vê tundiya li me tê kirin, em hatine asteke wisa ku nikarin karê xwe bikin. Em êdî ji karê xwe aciz bûne." Demîr paşê jî daxwazên wan ên ku ji 5 xalan pêk tên wiha rêz kir: 
 
"* 'Pêşniyarqanûna tundiya di tenduristiyê de' ku ji aliyê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) ve hatiye amedekarin, bila demildest ji aliyê Meclisê ve bê qebûlkirin.
 
* Bila tundiyên ku dema xizmetên tundiristiyê pêk tên weke qezaya cihê kar ango nexweşiya pîşeyê bên nirxandin.
 
 * Bila randevûyên mieyneyan ên nexweşan li gorî demeke têrker bên sererastkirin
 
* Bila di beşen lezgîn de tenê ji bo nexweşên lezgîn xizmet bê dayîn.
 
* Bila xizmetên tenduristiyê yên asta yekemîn bên başkirin û derbasî pêkanîna zîncîra sewqê bê kirin."
 
DÊ BIÇIN GREVÊ
 
Mehmet Şerîf Demîr, herî dawî jî got ku dê heta dawiyê têbikoşin û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê di 17'ê Nîsanê de biçin grevê.