Esnafên Kemeraltiyê: Wê kî heqê kirê, ceryan û avê bide?

img

ÎZMÎR – Li Sûka Kemeralti ya Îzmîrê ji ber vîrûsa koronayê gelek esnaf neçar man derabeyên xwe bigirin. Esnafên dikanên wan hêj vekirîne jî gotin: “Heke em nexebitin wê kî heqê kirê, ceryan û ava me bide.” 

Çawa ku vîrûsa koronayê (Covid-19) bandora neyînî ya aborî li ser tevahî cîhanê kiriye, bi heman awayî bandorek neyînî li ser Tirkiyê jî dike. Şewba koronayê bandorek neyînî li ser Sûka Kemeraltiya Îzmîrê jî dike. Kes naçe Sûkê û ji ber vê yeke jî esnafên Sûkê ji neçarî derabeyên dikanên xwe girtin. 
 
Esnafên Sûka Kemeraltiyê destnîşan dikin ku ew ji aliye rayedarên hikumetê ve hatine jibîrkirin û di nava pakêta “Mertala Îstîkrara Aboriyê” de cih nagirin. 
 
‘PAKÊT NE ÇARESERÎ YE’ 
 
Zafer Ûlûdag ê ku dikana xwe taştê girtiye dibêje : “Min ji ber şewbê dikana xwe girt. Pakêta ku ji aliye hikumetê ve hat eşkerekirin têrê nake û ne çareserî ye. Gelek deynên min ê kredî heye. Lê heke dikan nexebite ez ê nikaribim bidim.” 
 
‘JI DEWLEMENDAN RE HEYE JI ME RE ÇIMA NÎNE GELO?'
 
Îlyas Gunen ê li dikana wî qahwê heye jî diyar kir ku ew ji niha ve ketiye bin deyn û ji ber vê yeke nikare dikana xwe bide xebitandin. Gunen anî ziman ku ew mexdûr bûne û got: “Ez bang li Serokkomar dikim. Ji dewlemendan re heye lê ji me re nîne gelo? Bila haya hikumetê ji esnafên biçûk jî hebe. Esnaf ji ber deynên xwe ji niha ve nizanin wê çi bikin. Wisa dewam bike wê hemû esnaf derabeyên xwe bigirin. Qe nebe bila ji bo esnafên wek me jî daxuyaniyek bidin û pakêtan derxin.” 
 
‘KREDÎ NA ÇARE YE’ 
 
Îbrahîm Alaçali yê dikana wî compîtoran jî heye da zanîn ku divê hikumet ji ber şewbê pakêta aboriyê ya demdirêj amade bike û got: “Ekonomiya Tirkiyê hemû rawestiyaye. Divê bi razemeniyên biçûk destek ji bo esnafên biçûk jî bê dayîn. Krediyên tên pêşniyazkirin jî ne çareserî ye. Em naxebitin û aboriya me têk diçe.” 
 
‘WÊ KÎ HEQÊ KIRÊYA MIN Û FATÛREYA BIDE?’ 
 
Ji esnafên sûkê Caner Dokûzlû jî anî ziman ku esnafên derdora wan di nava rewşek perîşan de ne û got: “Ez hatime berê ku dikanên bigirim. Ez kelûpelên ceryan û elektronîk difiroşim. Hem ji me re dibêjin sê hefte ji malê dernekevin, hem jî em zirar dikin. Ez ê çawa ji malê dernekevim. Niha tu destekê nadin sektora taybet. Ji karmend û wezîfedarên dewletê re her cûre derfet hatiye dayîn. Lê ji bo esnafan tiştek tine ye. Heke ez ji malê dernekevim wê kî heqê kîrêya min, fatûreyên ceryan û avê bide? Mişteriyên me bûne nîve nîv. Deynê bankayan li min e. Ez nizanim ez ê çawa van deynên xwe bidim.” 
 
‘KES KARKERAN NAFIKIRE’ 
 
Karkerê bi navê Alî Tekgul jî ku li fîrmayek taybet dixebite got: “Ji ber şewbê karê me sekiniye. Divê di her rewşê de li rewşa karkeran jî were mêzekirin. Mîsogeriya me ya tenduristiyê jî nîne. Kes karkeran nafikire. Yên pereyê wan hene li malê radikevin, ên pereyê wan nîne jî li kolanan mane û dixebitin.” 
 
MA / Esra Solîn Dal