Aborînas Yoruk: Wê di sektorên fînansê de qeyran pêş bikeve

img
ÎZMÎR - Aborînas Zafer Yoruk, têkildarî bandora şewbê ya li ser aborî û sektorên fînansê diyar kir ku piştî şewbê dê di sektorên fînansê de qeyran û kaos pêş bikeve. Yoruk, da zanîn ku bi vê yekê dê di jiyanê de guhertinên mezin pêş bikeve. 
 
Piştî şewba vîrûsa corona li Çînê pêş ket û li Cîhanê belav bû bi sed hezaran kargerî hatin girtin û bi milyonan mirov betal man. Bi taybetî kesên neçar bûn kar bikin û li mal dibînin di aliyê debarê de ketin zahmetiyê. Gelek şîrketên biçûk ketin nava tengaziye mezin. Hikumetan faîz daxistin, deynê bang û şîrketan betal kirin an jî taloq kirin. Bi pakêtên aboriyê piştgirî dan şîrketan. 
 
Piştî li Tirkiyeyê jî şewba vîrûsa corona (covît-19) belav bû, bi biryarnameya Wezîrê Karên Hundir bi hezaran qahwexane, cafe, salon û kargeri hatin girtin. Bi vê yekê re bi deh hezarankarker bê heq ji kar hatin dûrxistin û şandin malên wan. Têkildarî qeyran û tengaziyên di wada aborî û finansê de derkevin holê Alk. Doç. Dr. Zafer Yoruk nirxandin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re kir. 
 
Yoruk, anî ziman ku piştî şewb li Tirkiyeyê pêş ket, qeyrana aborî ya li Tirkiye dê bêtir kûr bibe û wiha got: "Bi taybetî dê li ser sektora fînansê dê bandorek mezin çêke. Dê ji niha û şûnde tarza jiyanek pir cuda li pêş me be. Bi vê vîrûsê êdî dê di jiyanê de gelek tişt pêkan be. Vîrûsê nîşanî me da ku gelek tişt dikare bê guhertin. Nîşan da ku êdî wateya hin tiştan tune ye. Nîşan da ku êdî li şûna ofisan kar dikare li malê jî bê kirin. Ji niha û şûnde rêxistinên kedê û beşên kar ên civakî dê ji nûve bên plankirin. Pergala ragihandinê dê ji nûve xwe bi rêxistin bike. Îsal dê sektora tûrîzmê raweste. Qeyran dê her ku biçe kur bibe. Demsala tûrîzmê dê îsal vala derbas bibe. Şewb dê bandora xwe li ser hilberin û serfkirinê jî bike. Dê di zîncîra fînansê de jî bandorek mezin a neyînî pêş bixe. Ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû cîhanê dê arîzemek mezin bide. Dîsa dê di navbera kesên hilberînê dike û serf dike de qeyran kûr bibe. Êdî her kes ketine malên xwe. Dê nikaribin wekî berê tiştên luks xerç bikin û weki berê serfxwiriyê bikin. Ev dê bibe sedema qeyrana navbera hilberîner û serkar."
 
MA / Esra Solîn Dal