Serokê ZMO'yê Ûcaman: Em reqabeta neheq a di navbera cotkaran de qebûl nakin

img
AMED - Serokê Şaxa ZMO ya Amedê Samed Ûcaman, anî ziman ku bihabûna fiyetên gubre û dermanên çandiniyê bandoreke neyînî li cotkaran dike û ji bo desteka tovan ku Wezareta Çandiniyê tenê dide cotkarên 21 bajaran jî got, ev yek nayê qebûlkirin. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê (MO) a Amedê Samed Ûcaman jî bertek nîşanî Wezareta Çandiniyê da ku tenê destea tovan dide cotkarên 21 bajaran. 
 
Ûcaman, anî ziman ku vîrûsa coronayê bandoreke neyînî li hemû qadên jiyanê kiriye û got: "Ev alozî di serî de bandoreke mezin li jin, zarok, xizan, penaber, betalan û karkeran dike. Di vê serdemê de divê di warê rewşa civakî, derûnî, tenduristî û xweyîkirinê de tevdîr bên girtin. Di vê çarçoveyê de divê polîtîkayên çandiniyê baş bên kirin ku civak karibe xwe xweyî bike û pêdiviyên xwe yên zexîreyî peyda bike." 
 
‘BILA DESTEKAN ZÛ BIDIN' 
 
Ûcaman, anî ziman ku wê ev şewb bandoreke mezin li çandiniyê jî bike û got: "Em Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê dibêjin ku bidestxistina zexîre bi girîngîpêdana sektora çandiniyê pêkan e. Divê şert û mercên kedkarên sektora çandiniyê bên başkirin ku karibin bi rihetî biçin nav erdan, an jê wê dûrketinek çêbibe û paşê wê adaptekirina vê yekê wê zehmet be." 
 
Ûcaman, bal kişand ser bihabûna fiyetên gubre û dermanên zexîreyî jî û got: "Wê ev yek barê cotkaran pir giran bike. Desteka cotkaran a sala 2019'an hê nû hatiye dayîn, lê belê desteka 2020'an hê nehatiye dayîn. Demildest divê ev destek jî zû bê dayîn ku cotkar rihet bibin." 
 
‘DIVÊ HÎBE JI BO HEMÛ BAJARN BE' 
 
Ûcaman, bal kişand hîbeya ku ji bo tovan tê dayîn. Ûcaman, bertek nîşanî Wezareta Çandiniyê da ku ji ber vê hîbeya ji sedî 75 tenê daye cotkarên 21 bajaran û got: "Ev yek nayê qebûlkirin. Helbet ev hîbe tiştekî maqûl e. Lê belê ji ber ku tenê ji bo cotkarên 21 bajaran hatiye dayîn wê di navbera cotkaran de bibe sedema reqebateke neheq. Em vê reqabeta neheq red dikin. Ne wijdanî û adil e. Demildest divê dev ji vê şaşiyê bê berdan û ji bo hemû bajr daxilî nav bên kirin divê ji nû ve bê sererastkirin." 
 
PIRSGIRÊK Û ÇARESERKIRINA BI RUHEKÎ KOLEKTÎF 
 
Ûcaman, got: "Çareserkirina pirsgirêka çandiniyê, hilberîneke berdewamiyî ye. Di her şert û mercan de divê hilberîn û cotkar bên destekirin. Tenê ne di dema şewbê de, hemû krîz bi ruhekî kolektîf dikarin bên çareserkirin. Mirov ancax dikare bi nêzîkatieke adil, wijdanî û insanî ji derheqê vê karesata şewbê derkeve. Berevajî wê di navbera civakê de bibe sedema berberîbûnê." 
 
MA / Lezgîn Akdenîz