Paylan: Bi polîtîkayên aştiyê re wê 200 milyar tasarûf pêk were

img

ENQERE – Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriya HDP’ê Berpirsiyar e diyar kir ku wan li dijî vîrûsa koronayê Teklîfa Qanûna Ewlehiya Aboriyê pêşkêşî Meclîsê kirine û dema polîtîkayên aştiyê bikevin sepanê dê Tirkiye 200 milyoar lire tasarûf bike.

 
Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriya HDP’ê Berpirsiyar e têkildarî Teklîfa Qanûna Ewlehiya Aboriyê ya li dijî vîrûsa koronayê pêşkêşî Meclîsê kirine daxuyanî da. Paylan diyar kir ku niha hatina bi milyonan însan nîne û însan hatine wê astê ku nikarin nan bibin malên xwe. Paylan bal kişand ser pakêta aboriya îqtîdara AKP’ê ya ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hat eşkerekirin û got: “Dewletên dinyayê ji welatiyên xwe re dibêjin di pêvajoyên wiha de her tiştê ji kîsî min e. Lê Tirkiyê tenê kolonya li xelkê hat belavkirin.”
 
‘KARKER BI DESTÛRA BÊPERE RE RÛ BI RÛ MANE’
 
Paylan da zanîn ku wê teklîfa qanûnek ji 13-14 xalan pêk tê dê biçe rojeva Komîsyona Plana Butçeyê û got: “Di vê teklîfê de xalên gelek bi talûke hene. Bi vê teklîfa qanûnê re wê karker û xebatkar bi destûra bêpere re rû bi rû bimînin. Yanî ev guhertina destûra bêpere ya karkeran e. Li welatê me sînorê birçîbûnê 2 hezar û 400 lîre ye . Lê li welatê me hezar û 170 lîre dê ji karkeran re were razandin. Ev bihayê hezar û 170 lîre jî bihayê birçîbûnê û hejariyê ye. Bi milyonan welatiyên me bi rîska ku wê bi vî bihayê birçîbûnê û hejariyê rû bi rû mane. Ji ber vê yekê em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku bertek nîşanî vê yekê bidin.”
 
‘GREVÊ JÎ QEDEXE DIKIN’
 
Paylan destnîşan kir ku vê torbeya teklîfa qanûnê wek “gelek talûke ye” dinirxînin û got: “Ji bilî xalên pêdiviyên bingeh3in li gelek sektoran faaliyet didomin. Her roj di dîmenan de tê xuyakirin 200-300 karker di înşatan de dixebitin. Di heman cihî de ne û di nava hev de ne û radikevin. Li van deran şewb belav dibe. Mixabin îqtîdar di vî warî de tu tevd3iran nagire. Gelek karker jiyana xwe ji dest didin. Karker bertek nîşanî vê yekê dan. Niha jî îqtîdar bi vê torbeya qanûnê dibêje ‘ez grevê qedexe dikim.’ Yanî bi vê yasayê dixwazin rê li ber bertekên karkeran û çalakiyên wan bigirin.”
 
PÊŞNIYARA HDP’Ê
 
Paylan, diyar kir ku li dijî pêşnûmeqanûna AKP’ê “Pêşnûmeqanûna Ewlehiya Aboriyê ya li dijî Şewba Vîrûsa Koronayê “ amade kirine û pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirine. Paylan xalên pêşnûmeqanûna ku pêşkêş wiha rêz kir:
"* Derxistina ji kar dê tevahiya salê bê qedexekirin.
 
* Ji bilî sektorên pêwîstiyên bingehîn dê heta 30’ê hezîrana 2020’an xebatên hemû sektoran bên sekinandin û rayeya mehek dirêjkirinê ji Serokkomar re be veqetandin.
 
* Di pêvajoya şewbê karker derkevin destûra bi pere.
 
* Ji hemû bêkar û kesên ku dahata wan di binî 2 hezar û 500 TL’yî de ye re bêşert piştgirî bê dayîn.
 
* Ji bo hemû jinên ku dahata wan tuneye her meh bi qasî 2 hezar û 500 TL’yî piştgirî bê kirin.
 
* Di pêvajoya şewbê de ji penaber û koçberan re her meh bi qasî 2 hezar û 500 TL’yî piştgirî bê kirin.
 
* Mûçeyê herî kêm ê teqawîtan bibe 2 hezar û 500 TL.
 
* Wê deynên cotkaran bên taloqkirin û piştgiriya ji bo wan demildest bê razandin.
 
* Di pêvajoya şewbê de ji bo hemû esnafan her meh bi qasî 2 hezar û 500 TL’yî piştgirî bê kirin.
 
* Di pêvajoya şewbê de; qertên qrediyê yên bankayan, qrediyên pêwistiyê û hemû qrediyên din bê faîz bên taloqkirin.
 
* Di pêvajoya şewbê de, razandinên kirêyan bên rawestandin. Kesên ku tenê bi dahata kire debara xwe dikin bên piştgirîkirin.
 
* Ceyran, av, gaza xwezayî, telefon û înternet heta sînorê pêwistiyê bên belaşkirin.
 
* Biha asgarî ji bacê bê bexşandin.
 
* Hemû deynên ciwanan ên Saziya Wargehên Qrediyê bên jêbirin.
 
* Saziyên tenduristiyê yên taybet bên cemawerkirin.”
 
‘BI POLÎTÎKAYÊN AŞTIYANE TESERÛF DIKARE BÊ KIRIN’
 
Paylan, tekildarî çavkaniya pêşnûqanûna partiya xwe jî diyar kir ku heke hikûmet tercîhên xwe biguherîne, çavkaniya pêşnûmeqanûna wan heye û got ku bi polîtîkayên aştiyane teserûf dikare bê kirin.