Karkerên demsalî amadekariyên vegerê dikin

img

MANÎSA – Karkerên demsalî yên demsala baharê ji Rihayê çûn Manîsa, Edene, Mêrsîn, Enqere û Îzmîrê, amadekariya vegerê dikin. Karkeran bal kişand ser zor û zehmetiyên şert û mercên kar. 

Karkerên demsalî ku di biharê de berê xwe dabûn cih û warên dûr, bi hatina zivistanê re niha amadekriyên vegerê dikin. Karkerên ku ji Rihayê berê xwe dan Edene, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û Manîsayê û niha bi sarbûna hewayê re amadekariyên vegerê dikin, anîn ziman ku ji ber şert û mercên zehmet ên kar ew westandî, nexweş û bêhêvî ne. Karkerên ku ji Rihayê hatin û niha li Sarûhanê amadekariyên vegerê dikin, diyar kirin ku wan di bin şert û mercên giran de “çar pênc quriş” bi dest xistiye û ew ê bi vî pereyî hewl bidin ku debara zivistana xwe bikin. 
 
‘HEKE LI BAJARÊ ME KAR HEBÛNA EM NEDIHATIN’ 
 
Songul Peçen (48) ku serê şeveqê tevî hevjînê xwe û 6 zarokan xwe berê xwe dide nav baxçeyê îsotan, got ku ji ber rewşa wan a aborî nebaş e ew nikare zarokên xwe bişîne dibistanê. Peçen, balê kişand ser zor û zehmetiyên ku ew bi wan re rû bir û dimînin û wiha got: “Heke li bajarê me kar hebûna û derfetên me hebûnan em nedihatin van deran.” 
 
‘EMRÊ ME BI KOÇBERIYÊ RE DERBAS DIBE’ 
 
Abdullah Akbaba (55) jî, got pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bir û dimînin nayên dîtin. Akbaba, anî ziman ku 6 meh berê tevî hevjîna xwe û 5 zarokên xwe ew bi dorê çûne Edene, Mêrsîn, Enqere, Îzmîr û navçeya Sarûhan a Manîsayê. Akbaba, lekeyên ji ber tavê li ser dest û çavên wî çê bûne nîşan da û wiha got: “Ev hemû têkoşîna ked û jiyanê ne.” Akbaba, dest nîşan kir ku jiyan qet ne adil e û wiha axivî: “Kesên wek me dûrî zarok û warên xwe ne.” Akbaba, balê kişand ser erdên Rihayê û berdariya wan û wiha domand: “Em nikarin ji erdên xwe îstifade bikin. Pirsgirêka sereke ev e. Em bi yewmiyeyan dixebitin û rojê 45-50 lîreyî distînin. Emrê me bi vî awayî qediya. Çima dewlet li van tiştan nafikire. Bila hinekî jî guh bidin daxwazên gel. Emrê me tim bi koçberî û kar derbas dibe.” 
 
Sultan Karaçag (46) jî da zanîn ku ew û çar zarokên xwe ji navçeya Xelfetiyê hatine û hevjînê wê jî karê înşeatê dike. Karaçag sozên ku tim rayedar ji bo karkerên demsalî didin bi bîr xist û wiha got: “Tim dibêjin em ê bikin, çê bikin. Lê tu tiştekî jî nakin. Ya ku dibe bi karker dibe.” 
 
‘TU TIŞT NAGUHERE’ 
 
Sebahat Yeşilçinar (47) jî ku pitika xwe li pişta xwe girêdaye û îsotan berhev dike, anî ziman ku heta ku kar diqede ew tim bi şert û mercên nebaş, nexweşînan re rû bi rû dimînin. Yeşilçinar, diyar kir ku her sal ew bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, lê belê tu tişt nayê çareserkirin. Yeşilçinar, anî ziman ku piştî 6 mehan şûnde ew niha amadekariyên vegerê dikin û dê heta serdemeke din jî tu tişt neguhere. 
 
‘EM Ê SALA BÊ JÎ BÊN’ 
 
Mehmet Çetinkaya (60) jî bêyî ku ewlehiyeke wan a karî hebe wan 6 mehên din jî derbas kiriye û ew bawer nake ku dê ev şert û merc bên sererastkirin. Çetinkaya ev tişt gotin: “Em nanê xwe ji axê derdixin. Em muhtacî kesî nabin. Lê belê ev hikûmet ji bilî xwe li tu kesî nafikire. Ew nikarin rojekê jî di van konan de bijîn. Emrê me qediya. Ev 40 sal e ez vî karî dikim. Sala bê em ê dîsa bên vir. Em ê dîsa li van deran di van şert û mercên nebaş de bixebitin.”