‘Îqtidar bi feraseta çi dibe bila bibe lê divê hilberîn bidome tev digere'

img

KOCAELÎ  – Seroka EMEP'a Kocaeliyê Arzû Erkan, diyar kir ku hikûmet bi feraseta "Çi bibe bila bibe lê divê hilberîn bidome" tev digere û got: "Heger mirov hem li biryarên îqtidarê hem jî li yên walîtiyan mêze bike, ne karker ne jî malbatên karkeran ne di xema wan de ne." 

Li Tirkiyeyê yek ji bajarên ku her diçe hejmara kesên vîrûsa coronayê (Covîd-19) di wan de tê tespîtkirin zêde dibin jî Kocaelî ye. Li bajêr hê jî fabrîke dişixulin û fabrîkeyên vîrûs di wan de hatine tespîtkirin jî hê dişixulin. 
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Kocaeliyê Arzû Erkan, anî ziman ku li fabrîkeyan tevdîrên diviya bihatana girtin nayên girtin. Erkan, nexşeyên şewbê ya ku Wezareta Tenduristiyê parve dike bibîr xistin û gt, taybetiyeke vira jî ew e ku ev der warê karkera ye. Erkan, destnîşan kir ku sedema ku li kocaeliyê weqayên şewbê zêde ne feraseta "Çi bibe bila bibe lê divê hilberîn bidome" bi xwe ye. 
 
‘WÊ VÎRÛS HÊ JÎ BELAV BIBE' 
 
Erkan, qedexeya derketina derve ya dawiya heftê li bajarên mezin tê îlankirin jî bibîr xist û got: "Heger ev vîrûs di nav heftê de betlaneyê dike û dawiya heftê belav dibe, nexwe wê ev tevdîr bikêr bê. Kocaelî, bajarekî lîmana ye. Lîman dişixulin. Heta di dawiya heftê de hin kargeh destûrê digirin û vedikin. Yanî bi sedan karker dişixulin. Wê ev vîrûs li kargehan belav bibe." 
 
Erkan, anî ziman ku ji bo li Kocaeliyê mirov di mal de bimînin divê îqtidar hin daxwazan pêk bîne û got: "Ji xeynî kargehên mecbûrî divê li kargehên din herî kêm 14 rojan hilberîn bê rawestandin. Karkerên li van deran divê destûra wan a biheq hebe. Heya ev pêk neyên wê encam neguhere û wê vîrûs bêtir belav bibe." 
 
‘KARKERAN MEHKÛMÎ HEQDESTA SEFALETÊ DIKIN' 
 
Erkan, qedexeya derxistina ji kar a ji bo sê mehan jî bibîr xist û got, derxistina ji kar tenê 3 mehan hatiye taloqkirin. Erkan, bilêv kir ku karker bêheq şandne betlaneyê û wan mehkûmî heqdesta sefaletê, 39 TL'yan kirine. Erkan, destnîşan kir ku tişta divê bê kirin karkeran bişînin betlaneya biheq. 
 
‘BI FERASETA BILA HILBERÎN BIDOME BIRYAR TÊN GIRTIN' 
 
Erkan, anî ziman ku Desteya Hifzissihha ya Giştî ya Kocaeliyê jî bi awayekî awarte kom bûye û ji bo betalkirina xala "bila kesên 60 salî, ducanî û nexweşînên wan ên kronîk hene betlaneya îdarî bi kar bînin" û ji bo "li kargehên Covîd-19 li wan hatine tespîtkirin divê mesafe esas bê girtin û bi maskeyê bişixulin" biryar girtine û got: "Kesên di van biryaran de navê wan derbas dibin kesên di grûba herî birîsk de ne. Li vî bajarî îqtidar û walîtî bi feraseta çi dibe bila bibe divê hilberîn bidome biryaran digrin. Yanî ne karker ne jî malbatên karkeran ne di xema wan de ne. Tişta dibe bi karkeran dibe. Li gorî agahiyên li ber destê me li Kocaeliyê herî kêm di 25 fabrîkeyan û 4 saziyên dewletê de di 122 kedkaran de vîrûs hatiey etspîtkirin. Ji van kedkaran 2 jê jî jiyana xwe ji dest dan."