Li ser dezgehan dem dema rêvazan e

img
WAN – Li Wanê wextê rêvazan e. Rêvazên li çiyayan tên berhevkirin li ser dezgehên Wanê cihê xwe girtin.
 
Li bajarên herêmê dem dema rêvazan e. Rêbazên li çiyayan şîn dibin û tên berhevkirin li ser dezgehên bajaran cihê xwe girtin. Rêvazên li çiyayên navçeya Şemzînana Colemêrgê hatin berhevkirin cihê xwe li li ser dezgehên Wanê girtin û tên firotin. Kîlo bi 20 lîreya tê firotin. Welatî eleqeyek mezin nîşanî rêvazan didin û dikirin. Tê gotin ku rêvaz di serî ji bo nexweşîna şeker û gelek nexweşînan baş e.