Dema li meclîsê zagon niqaş dikirin ji kar derxistin

img
MÊRDÎN - Karkerên li Fabrîqeya Gubre Entegre û Qezençkirina Paşve ya Etî Bakir Metal a girêdayî Cengiz Holdingê, diyar kirin ku dema zagona qedexekirina derxistina karkeran a heta 3 mehan, li meclîsê dihat niqaşkirin ew ji har hatin derxistin. 
 
118 karkerên li  Fabrîqeya Gubre Entegre û Qezençkirina Paşve ya Etî Bakir Metal a girêdayî Cengiz Holdingê ku di înşaeta Rêya Hesin a li ser Rêya Mêrdîn-Şemrex û Amedê kar dikirin; di 15'ê Nîsanê de bi hinceta dest ji kar berdan, ji kar hatin derxistin. Karkerên ji kar hatin derxistin bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Karkeran diyar kirin ku dema li meclîsê qedexeya derxistina karkeran a heta 3 mehan dihat niqaşkirin di 15'ê Nîsanê de ji kar hatin dûrxistin. Karkerên ku li gel talûkeya vîrûsa corona karên xwe berdewam dikirin, ji bo şertên kar bên başkirin û mafê karkeran bê parastin li pêş avahiya înşatê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Lê roj din karker ji kar hatin dûrxistin û sedema dûrxistina karkeran bi awayekî fermî û nivîskî j karkeran re nehat ragihandin. Karkerên ku hêj prîma wana SGK'ê çalak xuya dike li bendê ne ku dîsa vegerin karên xwe. 
 
Karker xwe amade dikin ku bi rêya parêzeran mafê xwe yê hiqûqî biparêzin. 
 
Ji karkerên ku li pêş fabrîqeyê dest bi çalakiyê kirine Erdem Onen, diyar kir ku wan mafê xwe yê civakî xwestiye û wiha got: "Em di nava 12 saetan de ji kar derxistin. Me xwest zema 4 mehan bidin me. 15 rojan em li vê fabrîqeyê hepis kirin. Ketin û derketina vê fabriqeyê qedexe kirin û em dan xebitandin. Em li gel personelê Etî Bakirê dixebitin. Personelên Etî Bakir diçin malên xwe û tên, Gav û saet bi mere xwarin dixwin. Hemû qadên jiyanê hevpar in. Ev rîska ku nexweşî bigêje me zêdetir dike. Saetên xebatê ji 12 saetan derxistin 14 saetan. Pir zor li me kirin. Em maskeyekê 10-15 rojan dixebitînin. Tu qîmetê karkeran tune ye. Qîmen nadin karkeran." 
 
LI HUNDIR KARKER LI SER HEV DIJÎN 
 
Onen, anî ziman ku serwîsê karkeran li gorî pîvanên mesafeya civaki tev nagerin û karker li ser hev suyar tên û wiha got: “Serwîsa me 15 kes in. Lê em 18-20 kes lê suyar tên. Em ê çawa mesafeya civakî biparêzin. Li derve dibêjin mesafe, lê karkeran li ser hev suyar dikin. Niha ji ber me mafê xwe xwest em ji kar avêtine. Em karê xwe paşve dixwazin." 
 
'ESKERAN EM JI KAR DERXISTIN
 
Karker Îrfan Bînek, bal kişand ser civîna Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan a der barê şewbê û karsazan de û wiha got: "Me daxwazên xwe anîn ziman. Lê karsaz nebûn muxatabê me. Esker hatin em ji kar derxistin û avêtin ber derî. Serokomar got kar sivik bikin. Lê bêtir pirsgirêk derxistin. Em li vir mafê xwe diparêzin û dixwazin. Roja ku li meclîsê rewşa karkeran ku heta 3 mehan ji kar dernexin niqaş dikirin em ji kar derxistin. Roja ku li Meclîsê hevdîtina zagonê dihat kirin em 118 karker ji kar derxistin. Piştî karker ji kar derxistin 20 karkerên ku ji derve hatibûn li maşîneyekê suyar kirin û birin."  
 
Karker Felemez Aydin jî anî ziman ku wekî koleyan nêzî wan dibin û wiha got: "Patron dibêjin bê hesabê we hûnê kar bikin. heyê hesabê we derî li wir e. Hemû karker tenê 5 serşokan bikar tînin. Şev nîvê şevê em zora eskeran ji kar derxistin. Neheqiyek mezin li me kirin." 
 
 MA / Ahmet Kanbal