Tirkiye li ber felaketekê ye

img

STENBOL - Li gorî ÎLO'yê wê heya dawiya salê li cîhanê zêdetirî 25 milyon mirov betal bimînin. Li Tirkiyeyê jî li gorî pisporan ji bo felaketeke çênebe tekane rê bidawîbûna ferzkirina destûra bêheq û qedexekirina derxistina ji kar e. 

Ji ber pandemiya Covîd-19'yê li seranserê cîhanê hilberîn bia wayekî qismî sekiniye. Her wiha li gorî rapora Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) jî wê di dawiya salê de li seranserê cîhanê zêdetirî 25 milyon mirov betal bimînin. 
 
Pispora Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) Denîz Beyzabûlûtê jî anî ziman ku ji ber şewba Covîd-19'yê wê li Tirkiyeyê jî hejmara betalan zêdetir bibe û îstihdam berteng bibe. 
 
HEJMARA KESÊN BÊHÊVÎ ZÊDE DIBIN 
 
Beyazbûlût, destnîşan kir ku şewba coronayê ligel tenduristiya gel rasterast bandorê li jiyana karî jî dike û got, wê ev yek rêjeya betaliyê zêdetir bike. Beyazbûlût, bibîr xist ku wan di 10'ê Nîsanê de rapora betaliyê aşkere kiriye û di raporê de daxuyandine ku hejmara kesên betal 8 milyon e û got, kesên hêviya wan î ku karekî peyda bikin nemaye zêdetir bûye. 
 
Beyazbûlût, bilêv kir ku di serdema pandemiyê de wê hejmara koma bêhêviyan zêdetir bibe û got: "Hê TÛÎK'ê bandorên şewbê yên li ser aboriyê parve nekirine. Em ê di meha Hezîran û Tîrmehê de bandorên şewbê yên li ser betaliyê bibînin."
 
Her wiha Beyazbûlût, anî ziman ku li gor sala 2018'an îstihdan bi qasî 2 milyonan kêm bûye û got, ji bo ev tablo veneguhere felaketekê divê pêşî lê bê girtin. Beyazbûlût, destnîşan kir ku tekane rêya vê yekê jî ew e ku pêşî li ber ferzkirina destûra bêheq bê girtin û derxistina ji kar bê qedexekirin. 
 
KARKERÊN NEXWEŞ TÊN ŞIXULANDIN 
 
Beyazbûlût bal kişand ser rewşa karkeran jî û got: "Karkerên testên wan pozîtîf derketine, lê belê hê jî dişixulin hene. Karker ditirsin ku ji kar bên derxistin, loma dişixulin. Piştî hin sektorên girîng navber dane hilberînê, di warê dahatê de bandoreke neyînî li karkeran kiriye û niha bi xetereya betaliyê re rû bi rû ne." 
 
MA / Tolga Guney